PROJEYÊN NÛ TÊNE AVAKİRİN

0
12

Bi armanca pêşxistin û geşkirina aboriya civakê taybet a jinê, navenda aboriya jin a bajarê Qamişlo projeyên nû taybet bi jinê dide pêş û di meha Adarê de ava bikin. Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Navenda Aboriya jin a Qamişlo Sebah Ibrahîm diyar kir ku bi projeyên taybet nbi jinê emê aboriya jin û civakê pêşbixin”.

YANEYEK TAYBET Bİ JİNÊ

Endama Rêveberiya Navenda Aboriya jin a Qamişlo Sebah Ibrahîm da zanîn wek aboriya jin gelek projeyên koperatîfa jin hene û wiha got: “Li parka avêsta ku li bajarê Qamişlo ye ew berênavê wê parkek giştî bû, li wir yaneya werzêşê taybet bi jinê bê çêkirin. Her wiha ji bo avakirina yaneyê alavên spor û mamosteya werzêşê amedene. Ji bo lêkolîna projeyê û desturdayîna radestî şaredariyê hetiye kirin, em li benda erêkirina wane ku em dest bi avakirinê bikin.”

BAZARÊN TAYBET Bİ
JİNÊ Dİ ADARÊ DE VEBİN
Endama Rêveberiya Navenda Aboriya jin a Qamişlo Sebah Ibrahîm di dawî de got:”Ku beriya niha projeyên avakiriana bazarên taybet bi jinê hebû, lê ji ber ku cih nehtibû dîtin ev proje rawestiya bû. Wê bazara taybet bi jinê di meha Adarê de li bajrên wekî Amûdê, Qamişlo û Dêrik bêne vekirin. di van bazaran de hemû cureyên karên destan ên jin û heyenî dermanên xwezyî bêne firotin. Her wiha li taxa zeytonêyê ya girêdayî bajarê Qamişlo xanek ji bo kedîkarina çêlekan 4 çêlek û çar jin têde dixebitin. Lê ji ber ku nêzî sînorê Nisêbînê ye, ku di dema dawî de êrîşên dewleta tirk a dagirker ser Rojava zêdebûye, me koperatîf bire Dêrikê. Ji xwe kargeha şîr a çêkirina mast û Penêr li bajarê qamişlo heye û ji û şîr ji gundê Demxiya tînin. Ji bo ku bar ser endaman sivik bibe me ev xane avakir”. Ronahî/Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*