Hemle bi coş berdewam dike

0
14

Bi armanca pêşxistina hişmendiya kopertîfan di civakê de Komîteya Aboriya Jin A Kantona Qamişlo di 5’ê Çile de bi qordînekirin û alîkariya komînan re dest bi hemleya rêze civîn ji komînên xweser re kir. Ku ev mehek hîn hemle bi coş berdewam dike, bajarê û gundewarên Amûdê bi dawî bûye û dest bi bajarên wekî Terbespiyê û Dêrik kirine û wê hemle heya sê mehan bedewam bike.

HEMLE Lİ BAJARÊN DİN BERDEWAM DİKE

Rêveberiya Navenda Aboriya Jin a Rojava Horî Şemdîn ser rewşa hemleya aktîfkirina koperatîfan ev tişt anî ziman: “Li bajarê Amûdê me dest bi hemleya xwe kiribû û di navbera 10 rojan de 24 civîn ji amûdê û gundeawrên wêre hatin li darxistin. 8 li gundên erban, 2 li gundê Êzdî bû û yê din di nav bajar û gundê din debûn.”
Horî diyar kir ku hemle li bajarê Terbespiyê dewam dike û 10 gundên erb hatin serdan û civîn li darxistin. Her wiha meclis jî hate avakirin û proje jî hatin pêşniyar kirin, li Terbespiyê sîstem hatiye runiştikandin û bingeha kopetarîfan avabûye. Horî wiha pêde çû: “Porjeyên ku hatin pêşniyar kirin, gundek li kêleka pira avê heye navê wê gundê “Meaşuqe” ku li wir xwaringeh û cihê pîknîkê çêbibe, her wiha avkirina kargehek terzî xane hate pêşniyar kirin. Li bajarê Dêrik jî 4 civîn hatine li darxistin. Lê ji ber rewşa efrînê lidarxistina civîn û serdan kêmbûne.”

RAPORA ENCAMNAMEYA HEMLÊ BÊ Lİ DARXİSTİN

Rêvebriya Navenda Aboriya Jin a Rojava Horiya Şemdîn di dawî de got: “Dema vê hemleya sê mehin û di dawiya hemleya aktîfkirina kopertaîfan di komînan de, wekî navenda aboriya jin raporek encamanameya vê hemleyê derxînin, radestî Yekîtiya Koperatîfa jin a Bakurê Sûriyê bikin.”

Melek DEMÎRTAŞ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*