Mal û tûrîzma Tirk boykot bikin

0
23

KONGRA GEL ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirkan bang kir û got, “Derba herî xurt a ji bo hilweşandina faşîzmê, derba aboriyê ye. Lewma em bang li her kesî dikin ku bi xurtî tevlî kampanya boykotê bibin.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bang kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst ji bo şikandin û tasfiyekirina îradeya gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê şerekî topyekûn dike. Hîmê bingehîn ê vê konsepta şer, aboriya Tirkiyê ye. Dewleta Tirk bi hemû çavkaniyên xwe yên legal û îllegal ên aboriyê vî şerî fînanse dike.
Ev polîtîkaya şerê qirêj ji bo tinekirina nasnameya neteweyî, nirxên çandî û destketiyên siyasî yên gelê Kurd tên meşandin. Ji bo têkbirina van polîtîkayan, divê çavkaniyên aboriyê yên şer bên çikandin, yan jî derb lê bê xistin. Her karekî ku derbê li aboriya Tirk dixe, wê bike ku polîtîkaya şer têk biçe û lobiya şer winda bike.
Ji bo hilweşandina aboriya Tirk du karên bingehîn hene ku divê werin kirin: 1- Kirîna malên bazirganî yên Tirk bi her awayî bê boykotkirin. 2- Tûrîzma Tirk bê boykotkirin.
Bi şiyara ‘faşîzm wê têk biçe, gelên me wê bi ser bikeve’ her kes tûrîzm û malên Tirk boykot bikin, bi vî rengî di hilweşandina faşîzmê de bibe xwedî parekê û roleke bi bandor di hilweşandina faşîzmê de bilîzin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*