Bi hezar kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

0
22

Gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser piya ye. Li hember gefên dagirkirina Minbicê bi hezaran welatiyên bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan li Minbicê hatin ba hev û bi mîtîngekê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dan û peyama yekîtiya gelên Sûriyê dan.

Li Minbicê bi hezaran kes li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker, peyamên berxwedanê dan.
Li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Minbicê, bi hezaran kesên ji Minbic, Reqa,Dêra Zor, Cizîr, Kobanê, Girê Spî û Tebqayê meşiyan.
Meşa ku nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistina civaka sivîl û endamên saziyên leşkerî tevlî bûn, ji Çerxerêya Sebî Behrat destpê kir.
Di meşê de, pankartên “Kujer Erdogan”, “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” hatin bilind kirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gefên wê şermezar dike hate qîrkirin, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember qetlîaman jî hate protestokirin. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan di meşê de axivî, anî ziman ku gelê Minbicê peyamek vekîr ji bo hemû cîhanê radigihîne.
Girseyê li Qada Minbicê mîtîngek lidar xist. Di mîtînga bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Di mîtingê de Hevserokê Meclîsa Rêvebe a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El-Ferec, li ser navê Rêveberiya Reqayê Emîr Xabûr, li ser navê Rêveberiya Girê Spî Hemdan El-Ebid, li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Zehwan Ebdulhemîd û li ser navê TEV-DEM ya Kobanê Eyşê Efendî axivîn.
Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*