Li Tebqayê xebatên xweser yên jinan

0
12

Piştî ku hêzên QSD’ê herêma Tepqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin, xebatên avakirin, rêxistinkirin û saziyan hate destpêkirin. Piştî rizgarkirinê yekemîn dirûnxane li Tebqayê hat vekirin. Di merasîma vekirina werşeya dirûtinê de ku di hefteya derbasbûyî de hate vekirin Rêveberên komîteya jin û Meclisa jinên Tebqa û jinên gundê Ceaber jî amede bûn.
Ji Rêvebiriya Komîteya Jin a li Tebqayê Cuheyna Miso diyar kir ku bi alîkariya Meclisa jinên Tebqayê re werşeya dirutinê li gundê Cabir a girêdayî bajarê Tebqayê taybet bi jinê hate vekirin û da zanîn ku armanc ji vekirina vê werşeyê pêşxisitna hişmendiya û aboriya jinê ye.”
Cuheyan wiha got: “Ev kargeha an jî werşeya dirûtinê wê bibe bingha avakirina projeyên nû û gav avêtina vakirina aboriyek xweser. Di vê werşeyê de 20 jinên ji gundê Cabir tevlî perwedeya dirûtinê bûn, û perwerde wê du mehan dom bike.”…Ronahî/Tebqa

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*