Jin ji bo Efrînê li ser piyane

0
15

Kongreya Star li Kampa Berxwedan ya Şehbayê daxuyaniyek da û qonaxa duyemîn ya kampanyaya, “Ji bo Efrînê bila jin serî hildin û berxwedanê geş bikin” da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku heta Efrîn ji dagirkeran were rizgarkirin wê têkoşîn berdewam bike.

Kongreya Star qonaxa duyemîn a kampanyaya ‘Ji bo Efrînê bila jin serî hildin û berxwedanê geş bikin’ li Kampa Berxwedan bi daxuyaniyekê da destpêkirin.
Kongreya Star li Kantona Şehbayê li Kampa Berxwedanê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê bang li jinan kir ku bila berxwedanê geş bikin. Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Efrînê, saziyên Efrîn û Şehbayê û gelê Şehbayê tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama Kongreya Star, Raperîn Xelîl daxuyaniya têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya ‘Ji bo Efrînê bila jin serî hildin û berxwedanê geş bikin’ daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Bajarê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, bi berxwedanê bû sembola azadî û demokrasiya jinan.
Di Şoreşa Rojava de jinan li hemberî pergalên desthilatdar serî hildan. Jin ji sala 2011’an û vir ve pêşengiya pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz dikin.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a ku ji 20’ê Çileyê ve dest pê kiriye, bi hemû şîddeta xwe didome. Bi sedan kesên sivîl di van êrîşan de hatin qetilkirin. Di van êrîşan de nexweşxane, bendav, cihên dîrokî, dibistan û cihên pîroz hatin bombebarankirin û kargeh û mal talan kirin.
Amerîka, Rûsya û gelek welatên din piştgiriya vê dagirkeriyê kirin. Bazara qirêj a di navbera Rûsya û Tirkiyê de rê li ber qetlîamên li Efrînê vekir. Saziyên wekî NY û YE bi bêdengiya xwe ev dagirkerî erê kirin.
Di 18’ê Adarê û vir ve ji bo pêşîlêgirtina qetlîaman me ji warê xwe koç kir. Ji vê dîrokê ve bêyî ku em piştgiriyeke navneteweyî werbigirin li herêma Şehbayê di şertên giran de em berxwedana xwe didomînin.
Berxwedana me û çalakiyên jinên cîhanê di qonaxa 1’emîn a pêngava ‘Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan’ rastiya pergala desthilatdar û dagirkeriya faşîst ya dewleta Tirk eşkere kir. Li gelek welat û bajarên cîhanê jin di bin vê diruşmê de meş, wêne, şano û çalakiyên afirêner li dar xistine. Lê niha hewce dike ku em bi tevahî hêza xwe, bi hev re ji bo rizgariya Efrînê û parastina şoreşa jinê tekoşîn bikin û serkeftina xwe misoger bikin. Pêwîst e ku em zextan li ser saziyên navnetewî û dewletan bilind bikin. Heta ku ew sazî li hemberî qirkirinên ku li ser çand, gel û jinan tê meşandin xwedî zagonên xwe yên gerdûnî derbikevin û van êrîşan bidin sekinandin, ew ê têkoşîna me bidome.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*