Êrîşên dagirkeriya tirk li dijî hemû kurdan e

0
12

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasû diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibin. Karasû got, “baregehên nû ji bo êrîşan têne çêkirin êrîş ji aliyê Konsolosxaneya li Hewlêrê ve tê birêvebirin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ku dema dawî zêde bûye nirxand.
Karasû destnîşan kir ku heta desthilatdariya faşîst bişikê ev êrîş wê dewam bikin û got, “ji ber ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê li dijî gef û şantajên dewleta Tirk helwesteke hevgirtî nîşan nadin, faşîzma AKP-MHP’ê her roj dibêje wê êrîşî filan û bêvan cihî bike.”
Karasû ragihand, êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê hem ji ber dijminatiya li Kurdan e, hem jî ji bo parastina desthilatdariya xwe ye û ragihand, armanca qirkirinê ya dewleta Tirk û karaktera faşîst a AKP-MHP’ê nîşan didin ku ev êrîş wê ji niha û pê ve jî dewam bikin.
Karasû got, “Heta ku ev desthilatdariya faşîst li pêşberî berxwedanê bişikê, wê êrîşên xwe bidomîne. Lewma erk û wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ew e ku berxwedana li dijî vê desthilatdariyê geş bikin û desthilatdariya faşîst bişikînin.”
Mûstafa Karasû da xuyakirin, faşîzma AKP-MHP’ê dema dawî hem êrîşî qadên gerîla dike, hem jî ji bo dagirkirinê ji sînor derbasî nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibe. Karasû got, “Xuya ye dewleta Tirk wê şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike. Ji xwe 15-20 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hene. Bi êrîş û hewldanên xwe yên dagirkeriyê re dixwaze hejmara baregehên xwe zêde bike. Ev yek nîşan dide ku şerê sala 2018’an wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê belav bibe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku artêşa Tirk rojên dawî êrîşên xwe yên li ser qadên Deşta Heyatê û Deşta Hertê yên li herêma Bradostê zêde kiriye û wiha dewam kir: “Ev herêmên ku êrîş lê tên kirin nêzî wan herêman e ku hêzên siyasî û leşkerî yên PDK’ê lê ne. Balkêş e ku PDK dengê xwe li van êrîşan nake. Berê jî dewleta Tirk êrîş biribû ser van herêman. Ev êrîş beriya sala 1998’an bi hevkariya PDK’ê dihatin kirin.”
KONSOLOSIYA HEWLÊRÊ KOMPLOYÊ KOORDÎNE DIKE
Karasû işaret bi sempatiya gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd kir û anî ziman, ji ber vê yekê dewleta Tirk zextê li ser PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike ku wan bike parçeyek ji komployê. Karasû got, “Konsolosxaneya Hewlêrê bi temamî ev wezîfe girtiye ser milê xwe. Wezîfeya aliyê Başûrê Kurdistanê yê komploya nû radestî Konsolosxaneyê hatiye kirin. Tevî vê yekê hin rayedarên MÎT’ê û Têkiliyên Derve hatin Başûrê Kurdistanê û hewl dan di êrîşên dijî Tevgera Azadiyê de destekê ji hêzên siyasî yên Başûrî bigirin.”
BAREGEHÊN NÛ TÊNE AMADEKIRIN
JI BO ÊRÎŞÊ
Karasû destnîşan kir ku di êrîşa dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dixwaze van hêzên siyasî ji bo dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar bînin û bi vî rengî konseptê bimeşîne. Karasû got, “Dewleta Tirk dema dawî ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd werbigire, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên bi hêzên siyasî re zêde kiriye. Agahî tên ku artêşa Tirk li hin cihan amadekariya êrîşê kiriye û cihên ku bi vê armancê bikin baregeh, amade kiriye.”
ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ DESTKETIYÊN KURDAN TÊ KIRIN
Karasû daxuyaniya dewleta Tirk ku digot, “Şaşiya me li Bakurê Iraqê kir em ê li Bakurê Sûriyê nekin” û helwesta Erdogan a ku di dema referandûma Başûr û krîza Kerkûkê de nîşan da bi bîr xist û got, “Ev zelal bûye; êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî destketiyên Kurdan e, li dijî hemû Kurdan e. Yên ku vê nebînin, wê xwe bixapînin. Eger PKK bê tasfiyekirin, wê ti hêz li pêşiya wan nebe asteng ku destketiyên Kurdan ji holê rakin. Yên ku vê fêhm nakin di naxa xefletê de ne.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*