Bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin

0
11

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Several Ballikaya, derbarê tecrîda li ser Ocalan û pergala li Îmraliyê tê meşandin de axivî û diyar kir ku li Îmraliyê niha tecrîda di nava tecridê de heye. Several wiha got, “Êdî hiqûq bê wate ye. Ev yek herî zêde li Îmraliyê bêtir derdikevin pêş. Divê dawî li pergala tecrîdê bê û Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.”

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Several Ballikaya, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: “Ev pêkanina li Îmraliyê li gorî hiqûqa navneteweyî navê wê ‘îşkence ye’. Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin.”
Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Several Ballikaya, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala li Îmraliyê tê meşandin de axivî û bal kişand ser astengiyên li pêş heyeta îmraliyê, parêzeran û rapora CPT ya ku dereng hat parvekirin.
‘TECRÎDA TECDÎDÊ YE’
Ballikaya, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê niha di meriyetê de ye tecrîda di nava tecridê de ye û wiha got: “Ev tecrîd, tecrida li Tirkiye derbas kiriye. Tecrîdek pir hişk e. Ji ber ku hemû mafê hevdîtina malbat, heyet û parêzeran ji ser Birêz Ocalan hatiye qutkirin. Hemû mafê ragihandinê ji destê wî hatiye girtin. Ev pêkanîna ceza li gorî Girtîgehên Tîpa F yên din pir cuda ye. Li Girtîgehên Tîpên F yên heyî ev pêkanîn tune ye. Girtî ji xwe ji hemû mafê xwe yê ragihandinê bêpar tên hiştin. Lê li pergala Îmraliyê mafê ziyareta parêzer, malbat û heyetê tev hatiye asteng kirin. Ji 2011’an heta niha 7 salin parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 2015’an heta niha heyet nikarin biçin. Ji 2016’an heta niha jî malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin. Ev tenê ji bo Girtîgeha Îmraliyê derbas dibe. Tu mînakê vê yekê li cîhanê tune ne.”
‘LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
ÎŞKENCE YE’
Prz. Ballikaya, anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê ne li gorî mevzuatên Tirkiyê ne û ev pêkanîn li gorî mevzuatên navneteweyî işkence ye û wiha got: Ev rêzik ji bo hemû girtiyan derbas dibe. Lê mixabin dadgehê hemû pîvan û hiqûq binpê kir û biryarek wisa stendiye. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî îşkence ye.
Ballikaya, bal kişand ser rapora CPT û wiha got: “Rapora CPT kêm û dereng mayî ye. Rapora ku hat parvekirin her çend diyar bike ku li îmraliyê tecrîdek grankirî heye jî piştî lekolînê 2 sal şûnde aşkere kiriye. Piştî 2 sal şûnde tecrîd bêtir hatiye girankirin. Nirxandina CPT ya der barê vê yekê de tune. Rewşa OHAL’ê ya 2016’an venabêje. Rapora CPT beriya serdema OHAL’ê vedibêje.
Prz. Ballikaya, anî ziman ku CPT ji ber hin sedemên polîtîk niha rapor bi raya giştî re parve kir û wiha got: “Ji ber konjonkturên rojane ev rapor eşkere kirin. Ji ber ku agahî ji Ocalan nayê girtin fikar zêde ne. Dijî an najî agahî tune ye. Ji bo ev tecrîda giran bi dawî bibe divê parêzer û malbat demek berî demekê bi Ocalan re hevdîtin bikin. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.”
‘BILA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN’
Parêzer. Ballikaya, herî dawî xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û wiha bi dawî kir: “Li hemû Girtîgehên Tipa F yên li Tirkiyê tecrîdek mayînde heye. Lê tecrîda li Îmraliyê girantir û taybettir e. Bi taybetî piştî 20’ê tîrmehê polîtîkayek pir hişk li ser girtîgehan tê meşandin. Bi tevahî hiquqa şer tê meşandin û hemû zagon û hiqûq li derveyî sînoran maye. Êdî hiqûq bê wate ye. Ev yek herî zêde li Îmraliyê bêtir derdikevin pêş. Divê dawî li pergala tecrîdê bê û Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*