Kongreya Netewî ji bo Kurdan girîng e

0
12

Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Başûrê Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê îro li bajarê Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya.
Li bajarê Silêmanî heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan û endama Lijneya Rêveber a Navendî Dîlek Boga pêk tê, bi polîtburoya YNK’ê re civiya.
Piştî civinê endamê polîtburoya YNK’ê Bextiyar û Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Mele Bextiyar axivî û got; “Li gel heyeta HDP’ê me li ser mijara yekîtiya netewî, danûstandina navbera aliyan, rewşa siyasî ya Kurdistan û herêmê guftûgo kir. Her wiha me qala rola Kurdan di nava siyaseta dewletên mezin û dewletên herêmê kir.”
Piştre jî Hevseroka HDP’ê Perwîn Bûldan axivî, got; “Me li gel YNK’ê li ser giringiya helwesta aliyên Kurdistanê, tifaqa navxweyî û giringiya kongreya neteweyî nîqaş kir. Bi dagirkirina Kerkûkê re dilê me birîndar bûye. Weke çawa bi êrîşkirina ser Efrînê re dilê me birîndar bû. Ev bûyer hemû jî diyar dikin ku ka çiqas kongreya neteweyî û tifaqa navxweyî girîng e.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*