Gelê Sûriyê dibe qurbana bazariyan

0
12

Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyekê komkujiya ku bi çekên kîmyewî li Dûma yê pêk hat şermezar kir û ji hêzên têkildar yên navnetewî xwest ku pêşî li kuştiya gelê Sûriyê bigirin. MSD’ê got, “Dema hêzên herêmî û navdewletî tifaqê di navbera xwe de çêdikin, gelên Sûriyê tê kuştin. Êşên gelê Efrînê û Xuta yê yek e.”

MSD’ê li ser komkujiya ku li Dûma yê pêk hat daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir. MSD’ê xwest ji aliyên têkildar yên navnetewî xwest ku li ser buyerê bisekinin û pêşî li kuştina sivîlan bigirin.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), li ser komkujiya li Dûmayê ku bi çekên kîmyewî hate kirin daxuyaniyek da.
MSD’ê bi bîr xist, ku dema hêzên herêmî û navdewletî tifaqê di navbera xwe de çêdikin, gelên Sûriyê tê kuştin û kiryarên li dijî mirovahiyê li ser wan tên ferzkirin.
MSD’ê destnîşan kir ku êşên gelên Xûta û Efrînê bi hemwextî rû dan û got, “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me yê sivîl dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîl binpê kirin û ji ber vê yekê bi hezaran welatiyên sivîl bi zorê koçber bûn.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hovîtiya li Dûmayê hate kirin û hate gotin, “Ji dîmen û wêneyan diyar dibe bê çawa xaza di qadên navdewletî de hatiye qedexekirin hatiye bikar anîn. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Dûma jî li dehan komkujiyên ku li Sûriyê bi giştî ji Efrîn û heta Xûta pêk tên zêde bû.
Em wekî MSD’ê komkujiya ku dijî gelê me yê Dûma pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji aliyên têkildar ên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku bi awayekî cidî li dijî kujeran tevbigerin da ku dawî li kuştina sivîlên Sûriyê were.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*