Kiryarên hovane li Efrînê zêde dibin

0
16
Turkish-backed Syrian Arab fighters loot shops after seizing control of the northwestern Syrian city of Afrin from the Kurdish People's Protection Units (YPG) on March 18, 2018. In a major victory for Ankara's two-month operation against the Kurdish People's Protection Units (YPG) in northern Syria, Turkish-led forces pushed into Afrin apparently unopposed, taking up positions across the city. / AFP PHOTO / BULENT KILIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên hovane wekî ʺkuştin, tecawizkirin û dizîʺ li dijî gelê Efrînê pêk tînin.
Li gorî agahiyên ku ji Efrînê tên, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên weke kuştin, destdirêjî û revandinê li ser gelê Efrînê didomînin.
Dagirkeriya Tirk malbatên ji Xûta Rojhilat li şûna welatiyên Efrînê bi cih dike. Bi vî awayî dixwaze demografiya herêmê bighure. Yek ji van mînakan jî, dewleta Tirk a dagirker li şûna mala rewşenbîrê Kurd Abdullah Qehreman ya navçeya Şera, malbeteke çeteyan li wir bi cih kirin.
Ji aliyekî din ve jî, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi behaneyên cûda sivîlên Efrînê dikujin.
Çeteyên Eniya El-Şamiya ya girêdayî Tirkiyê welatiyê bi navê Neşet Silêman ê ji gundê Mîrkan a navçeya Mabata ji ber ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribû, kuştin. Ev yek jî diyar dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin çanda Kurdî li herêma Efrînê qir bikin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Mûdîrê Fakulteya Wêjeyê yê Zanîngeha Efrînê Abdulhemdî Şêxo revandin.
Ji aliyê din ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên welatiyên Efrînê bi numre dike û paşê dişewîtine. Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sed mal li Efrînê bi numere kirine. Çavkaniyan raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 7 sivîl revandin û riyên sereke li kantonên girtine û tevgera erebeyan rawestandine…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*