Şerê Sûriye wê demek dirêj dewam bike

0
16

Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, êrîşa li dijî Xuta nirxand û diyar kir ku wê şerê li Sûriye demek dirêj bidome.
Ozsoy, bal kişand ser civîna di navbera Tirkiye, Rûsya û Îran ya li Enqereyê pêk hat û wiha got: “Em baş nizanin ku bazarek çawa kirine. Lê em dibînin ku nakokiyên di nava van 3 hêzan de zêde ye. Tu hêz û vizyona Tirkiye ya çareseriyê tune ye. Yê hevsengiya Sûriye diyar dike Îran û Rûsya ye. Rûsya û Îran hewl didin pêşeroja Sûriyê li gorî xwe diyar bikin. Ev xwedî vîzyon in. Tirkiye di milê pêşeroja Sûriyê de ne xwedî fikr û vîn e. Gelek tawîz dane. Ji bo zextan li ser kurdên Rojava bike eşkere piştgiriyê dixwaze. Me di encama civînan û piştî wê de dagirkeriya li ser Efrînê ev yek dît.
‘BIRYARA DAWÎ WÊ LI CENEVRE BÊ GIRTIN’
Ozsoy, destnişan kir ku pêvajoya Astana wê bi pêvajoya Cenevre bi encam bibe û wiha got: “Li Sûriyê ji sê paran parek kurd in. Ev par wê di pêşeroja Sûriyê de xwedî gotin bin. Niha ji nûve Fransa tev li vê hevsengiyê dibe. Ev nîşan dide ku Tirkiye-Îran-Rusya bi tena serê xwe nikarin pêşeroja Sûriyê diyar bikin. Masa biryarê û encamê wê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Cenevre bê avakirin. Pêvajoya Astana dê li Cenevre diyar bibe.”
Ozsoy, bal kişand ser têkiliya Fransa û Sûriyê û wiha got: “Tevlêbûna Firansa ya lîstikê tê wateya tevlêbûna NATO ya lîstikê. Niha tê gotin ku DYA wê ji Sûriye vekişe. Ev ne rast e. Derketina DYA ya ji Sûriyê, wê rê li pêş temamkirina kevanê Şîî yê Îranê ku li Beyrut û Lubnanê tê avakirin veke.
PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSGIRÊKA NAVNETEWEYÎ
Mudaxaleya Tirkiyê ya Sûriyê bi temamî li ser armanca ku destkeftiyên kurdan talan bike belav bike pêş ket. Lê bi mudaxaleya Tirkiyê ya li dijî kurdan bêtir pisgirêka kurdan kir pirsgirêka navneteweyî. Di serî de êrîşa li dijî Efrînê û tevahiya Rojava bêtir canê kurdan diêşîne. Her êrîşa li dijî kurdan pêş dikeve bêtir pirsgirêka kurdan navneteweyî dike. Ev yek li Efrinê jî wisa bû û li Kobanê jî wisa bû.” …MA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*