Mafê Kurdane heye parlementoya xwe ava bikin

0
16

Parlementerê HDP’ê yê Ûrfa’yê Osman Baydemîr diyar kir ku ji ber destûr nayê dayîn Kurd li parlementoya Tirkiyê siyaset bikin, mafê Kurdan heye ku Parlementoya Bakurê Kurdistanê ava bikin.
Ziyareta heyeta HDP’ê ya li Başûrê Kurdistane ya ji bo xebatên Yekitiya Neteweyî berdewam dikin. Heyeta HDP’ê di roja duyemîn de li Hewlerê bi Partiya Komînîst, Yekgirtû, Partiya Kedkaran û Partiya Komeleya Îslamî ziyaret kir.
Di ziyaretan de parlementerê HDP’ê yê Ûrfa’yê Osman Baydemîr li ser qirkirinên siyasî yên Tirkiyê demokratên Tirkiyê ji çapemeniyê re axivî. Baydemîr, da zanin ku li Tirikyê şertê wan ê li Meclîsa Tirkiyê siyasetê bikin nemaye û hemû rêyên siyasetê li pêş wan tê girtin. Baydemîr, anî ziman ku yan Kurd dê parlementoya Tirkiyê weke ya xwe bibînin yan jî mafê Kurdane ku li Bakurê Kurdistanê parlementoya xwe ava bikin heye û wiha got: “Bexda, Enqere, Tehran û Şam hewl didin gelê Kurd di mijara neteweyî de têk bibin. Hemû xebat û têkoşîna didin ji bo Kurdistanê ye. Em dixwazin parlamentoya Tirkiyê bikin parlamantoyek ku Kurd jî wekî parlamantoya xwe bizanin. Ger Enqere bi vê yekê razî nebe, mafê Kurdan heye ku li Bakurê Kurdistanê parlamantoyekê bi xwe damezrînin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*