Divê NY bi lezgîn alîkariyê bide Efrînê

0
15

Ji ber rewşa mirovî ya Efrînê daxwaznameyek radestî Neteweyên Yekbuyî hat kirin. Di daxwaznameyê de banga lezgîn ji bo Efrînê hat kirin.
Ji aliyê endamên kampanyaya ku 16’ê Adarê ji bo mexdûrên Efrînê hatî destpêkirin ve, li bajarê Silêmanî daxwaznameyek ji bo rewşa mirovî ya Efrînê radestî nûnertiya Neteweyên Yebuyî hat kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de daxwazname ji aliyê endama kampanyayê Sema Mihemed ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Em daxwaz ji Neteweyên Yekbuyî , civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku demek ji ya din zûtir li hewara gelê Efrînê biçin. Ji ber ku bi hezaran kes ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane mal û warê xwe bihêlin û penaber bibibin. Herwiha bi sedan kes jî hatine şehîd xistin. Gelê Efrînê di rewşek xirab de dijîn û li benda alîkariya mirovî ne.”
Herî dawî di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola Neteweyên Yekbuyî û hat gotin: “Tenê destek dikare bigihêje wan, ew jî NY’ye. Ji bo vê me daxwazên xwe yên ji bo rewşa mirovî radestî Neteweyên Yekbûyî kiriye.”
Nûnerê Neteweyên Yekbuyî yê yê li parêzgeha Silêmaniyê Ebas Elî daxwazname ji nûnerên kampanyayê wergirt û tê payîn ku demek ji ya din zûtir radestê cihên peywendîdar bê kirin.
Di daxwaznameya ku radestî Neteweyên Yekbuyî de hatî kirin de, hatiye xwestin ku alîkariya kel û pelên ji bo zarokan, şîr, çadir, doşek û tiştên din yên jiyanî bên şandin ji bo Efrînê…

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*