Berxwedan xurt be wê faşîzm bişkê

0
14

Endamê Koma Aştiyê Nûreddîn Turgut ê di 2009’an bi tevî 34 kesan ji Mexmûr û Qendîlê çûn Tirkiyê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav buye. Tûrgût wiha got, “Ger ku em li dijî tecrîdê li ber xwe bidin em ê faşîzmê bişkînin û tecrîdê bi dawî bikin. ji bo vê jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Endamê Koma Aştiyê Nûreddîn Turgut ê di 2009’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk çû Tirkiyê, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Malbat, parêzer û gel tu agahiyê ji rewşa Ocalan nastînin. Bertek û nerazibûnên li dijî tecrîdê her ku diçe zêde dibe. endamê Koma Aşitiyê Nûreddîn Tûrgût yê ku di 2009’an de li ser banga Ocalan ku di Koma Aştiyê ya ji 34 kesan de ji Mexmûrê çû Tirkiyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê xistine meriyetê her ku diçe li hemû girtîgehan belav dibe.
Turgut, anî ziman ku ew ji baweriya Ocalan a ji aştiyê gelek bawer in û wiha got: “Ji bo em bibin perçeyekî pêvajoya aştiyê em hatin Tirkiye. Pêdiviya Tirkiye ji aştiya civakî heye. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Divê bi aştiyê çareser bibe. Em wekî qasid û lêgerînerê aştiyê hatin Tirkiye û tekoşîna me ya ji bo vê yekê dê bidome.”
TECRÎDA LI HEMÛ GIRTÎGEHAN
BELAV DIBE
Turgut, anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Ocalan dest pê kir îro li hemû girtîgehên Tirkiye belav dibe û wiha dewam kir: “Li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tecrîd didome. Ger ku di destpêkê de hem welatparêzên kurd û hem welatparêzên tirk di wextê de bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan dabûna îro tecrîda li ser Ocalan ew qas giran nedibû. Dîsa tecrîda li Îmraliyê dest pê kir îro li hemû girtîgehan belav nedibû. Ger ku li herêmekê gelê wir faşîzmê nexwazin divê li dijî faşîzmê têbikoşin. Ger ku tênekoşin pergala faşîzmê dê li wir bi cih bibe û belav bibe. Bi berxwedanê ve gerêdayî ye. Ger ku berxwedan xurt be dê faşîzm pêş nekeve. Ger ku em li dijî tecrîdê li ber xwe bidin em dê tecrîdê bi dawî bikin. Her tişt girêdayî têkoşînê ye. Em dê tekoşîna xwe berdewam bikin. “..MA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*