Li Tebqayê demsala çêkirina mast û penêr

0
18

Herêma Tebaqayê û gundewarên wê xwedî taybetmendiyek çandiniye û gelê wê herêmê jî bi kedîkirina sewalan wekî pazû çêlekan re mijul dibin. Her wiha di demsala biharê de bazara Tebqayê bi rengê sipî wekî mast, şîr, penîr û nîviş rengîn dibe.
ÇEMÊ FİRATÊ DİBE
ÇAVKANİYA BİNGEHÎN
Teybetmendiya Herêma Tebqayê ji ber ferehebûna rûbariya erda çandiniyê, her wiha nêzîkbûna wê ji çemê firatê û bi berhemên seweldarî xwedî dewlemendiyek zengîne. Çavkaniyên bingehîn ên ku bazara Tebqayê bi berhemên sewaldarî wekî rûn, mast, penêr û şîr…hwd dixemilîne. Gundê Mehmûdelî û El Widyan, Siwêdiya mezin û biçûk, her wiha Ciaber û pexçeyên Reqayê ya Hettîn û El Ensar.
Xwediyê dikanên ku mast, penêr û şîr difroşin gotin: “Di rojê de şîr çêlekan zêdeyî ton û nîv û yê pez zêdeyî tonekê, her wiha miqdar penîr û madeyên sipî bi hemû cûreyan zêdeyî tonekê li bazarê difroşin.”
BİHAR DEMSALA BEREKETÊ YE
Dikandaran dan zanîn ku 14 dikanên mast û penîr li Tebqayê hene, ev berhemên şîrî di demsala biharî de zêde li bazaran tê dîtin û gotin, “ji destpêka meha Nîsanê û heya Gulanê gel dest bi çinîna zad dike. Di heman demê de jî jin dest bi çêkirina mûnetê malê dikin.”
Dikandaran di dawî de kiriyarên dewleta tirk a dagirker ser qutkirina ava firatê bi bîrxistin û diyar kirin ku bi qut kirina ava çemê Firatê, çandinî û berhmên sewaldariyê jî kêmbû ne.”…Ronahî/Tebqa

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*