Rizgarkirin û rêxstinkirin bi hev re tên kirin

0
13

Bajar û bajarokên ku di hemleyên QSD’ê tên rizgarikirin bi aweyek lez û bez tên rêxistinkirin û jiyan lê geş dibe. Di qada xizmetguzarî de li Dêra Zorê gelek xebat tên kirin. Şaredariya Bajaroka Cezrat a Dêrezorê bê navber kar û xebatên xwe ji bo xizmeta welatiyan bi rêve dibe. Şardariyê heta niha 11 navendên belavkirina avê çalak kirine. He wiha ji bo pêşxistina çûn û hatina welatiyan kar û xebatên xwe pêş dixe.
Şaredariyê navendên belavkirina avê yên Cezrat El-Bû Hemed, Cezrat El-Mîlac, El-Badiya Ebû Xeşb, Cerwan, El-Kiber, Hermûşiye, El-Sexîre, El-Sewe, Sefîra û Mihêmîd temîr kirin. Ev hemû navend careke din ketin xizmetê.
Di heman demê de şaredariyê geraca bajaroka Cezarat amade kir da ku welatî bi hêsanî berin û werin. Her wiha 300 ruxse dan ajokarên otobîsên di navbera herêmên Qamişlo, Hesekê û Tebqayê û herêmê ve. Niha otobîs li ser xetan diçin û tên.
Ekîbên zabîta (displînê) jî bi hemû komîteyên şaredariyê re kar dikin, da ku rê nedin binpêkirinên ku ji aliyê hin kesan ve têne kirin. Ruxsetên avakirina xaniyan jî têne dayîn. Heta niha 76 ruxset hatine dayîn, avahiyên ne li gorî ruxsetê werin çêkirin, xwediyên wan têne cezakirin.
Şaredariyê ji Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê 2 terektor wergirtin da ku karê paqijiyê li herêmê pêk bînin. Her wiha bendozerek ji bo bendên çeteyan çêkiribûn rabike jî wergirtin.
Şaredariyê her wiha riya di navbera Cezrat û Kuber jî vekir û bi derfetên xwe yên kêm ew rê temîr kir.
Hevseroka Şaredariya Bajaroka Cezrat Recai El-Ebid diyar kir ku ew amadekariya pêkanîna projeyên pêşerojê dikin û wiha got: “Pirojeyên pêşerojê çêkirina navberiyan, her wiha temîrkirina parkên herêma Cezrat, navenda serjêkirina sewalan û sûka zebze û madeyên xwarinê were vekirin. Her wiha em ê di xebatên temîrkirina riyên ziyan dîtine de kar bikin. Niha pêwîstiya me bi bendozer, qelab, bagira kolanê û rafaya ceyranê heye.”…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*