Ziyanên li Efrînê bi mîlyaran e

0
15

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û piştî ku rêjîma Bass ji gelek bajarên kurdan hatin rizgarkirin. Meclis û rêveberiyên xweser hatin avakirin. Rêveberiya ku ji gel ve hat hilbijartin di mijarên aborî û xwetêrkirinê de xwedî rolek mezin. Ji van bajaran Efrîn e.
Kantona Efrînê ji ber qutbûna wê ya erdînagarî ji herêmên din yên Rojava bi her awayî ji bo dabara xwe bike, pala xwe da hêza xwe, dorpêça heyî şikand û pê bandor nebû, lewra di qadên aborî, çandinî, bazirganî, sînaîî, her wiha xwetêrkirinê de xwedî ezmûneke mezin bû.
Tevî ku encamên êrîşên hovane yên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên derûnî nayên şîrovekirin; lê di warê aboriya civakî ya ku gel bi xwe pêşxistiye de ziyanên madî bi milyarên lîreyan çêbûn.
TALANÎ BÛ; LÊ Bİ ZANABÛN BÛ
Di 18’ê Adarê de, dewleta tirk bi hemû rêbazên şer û balafiran navenda bajarê Efrînê dagir kir. dewleta faşîst bi awayekî fermî ferman dabû çeteyan ku dizî û talaniyê li mal û milkên Efrîniyan bikin. Fermana hatibû dayîn di du roj heya sê rojan de tiştekî nehêlin. Di encamê de bi zanabûn çete dukan, mal, maşîneyên Sînaaî û yên ji bo çandiniyê mîna direktoran talan kirin. di vê derbarê de Serokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Salah Îbo dibêje “ taybetî diraktor, hejmarek mezin a maşîneyan hatin talan kirin, niha dema dermankirina darên zeytûnan û cotajotin her wiha avdanê ye. Dewleta tirk ji bo ku mewsim neyê bi zanabûn ji çeteyan re fermana talankirina direktoran da. Ger dar bê xizmet bimînin wê ziyanek gelek mezin bighêje daran û demek nêz de hişk bibin, her wiha ji ber topbaran û talaniyê gelek mekbezên zeyta zeytûnan hatin rûxandin û alavên wê talan bûn”
ZİYAN ZÊDETIRÎ 8 MİLYAR
LÎREYÊN SÛRÎ NE
Di encama talaniyê de, hem gel hem jî Rêveberiya Xweser ziyanên madî dîtin. Li gorî daneyên ku Salah Îbo dan Rojnameya me diyar dike ku ziyanên madî yên ku heya niha hatine tesbîtkirin zêdeyî 8 milyar lîreyên Sûrî ne. Îbo Desnîşan dike ku di nav de çandinî, bazirganî, sînaaî, binesazî û stasiyonên avê hemû qadên aboriyê ziyan dîtine. Kantona Efrînê ya ku xwedî taybetmendiyekî xwetêrker di aliyê aborî de bû, bi riya dehan kargehên dirûtin, bêrîn, sabûn, her wiha projeyên nûjen û navenda mezin a Sînaaî ku di bakurê Sûriyê de yekemîn bû hatin talankirin û wêrankirin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî di raporek xwe de ragihandibû ku çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê Efrînê talan dikin û xaniyan xera dikin.
TALANÎ FERMANEK Jİ ERDOGAN BÛ
çeteyên ku talanî kirine, hemû tiştan di bazarên Ezazê de difroşin. Çete ji bo rûyê xwe yê reş veşêrin ji kesên ku tiştên wan hatine talankirin gotin “ navê xwe bidin, tişta ku hatî dizîn em ê ji we re ji Ezaz ê vegerînin. Lê; ev yek derewk mezin bû, gelek welatiyên Efrînê yên ku telefonên çeteyan birin û li tiştên xwe pirsîn hatin xapandin. Çeteyan bersiv wiha dida “ fermana talaniyê yekser ji aliyê Xelîfeya me Erdogan derketiye, tiştên me birin navê wê ne talanî ye, ew ji mafê me ye û tu carî tiştekî venagerînin”

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*