Mamik

0
27

Beşek ji wêjeya Kurdî ya devkî jê mamik in. Mamik: Ji tiştên ku çaweniya wan bi awayekî wêjeyî tê teswîr kirin û navê wan nayê hildan û ji guhdêr yan xwendevanan tê xwestin ku navê wan tiştan bibînin re tê gotin. Mamik di derbarê xweza, sewal, tiştên teknîk û hwd tên gotin. Ya rast çi tixwîb jêre nîne. Gelik caran weke biwêjan qalibê xwe girtîne. Carna rista wan weke helbestanin. Mamik bi pirranî bi awayekî pirsînîne, bes ne şert e ku hemû mamik bi pirsînî bin. Mamik mejiyê mirovan têxe di nava liv û bizavê de. Kesên mamikan guhdar dikin yan ji di xwînin hizrê xwe li ser tiştan dikin, him bîra xwe di kebêşin him ji lê di gerên ku bi saya serê mamikê tiştên nû peyda bikin. Mejî zenga xwe paqij dike. Bi taybetî ji bo zarokan mamik gelekî baş in. Him mejiyê wan vedike, him hînî hizirandinê dike, him mereqê bi wan re çêdike, him jî wan hînî sebrê dike.
Deka werin îcar em ji xwe re mamikan bêjin. Di serê mamikan hemiyan di bêjin “mamikê minê mamanî” û pêre mamik tê gotin û pêre ji peyva pirsê “çi ye” pêve tê kirin.
1) Mamikê minê mamanî, çûkek hat li ser hêlîna xwe danî, ji me re mizgîniyek anî, min zanî we ne zanî, çi ye?
2) Mamikê minê mamanî: Qesra spî bê derî, çi ye?
3) Mamikê minê mamanî: Serê dinê binê dinê du guwîj tinê, çi ye?
4) Mamikê minê mamanî: Ker zirî kuşpil firî, çi ye?
5) Mamikê minê mamanî: Ser gergele, bin gergele, çav zîq û simbêl belek e, çi ye?
6) Mamikê minê mamanî: Di nava du bistiyan de got ewo, çi ye?
7) Mamikê minê mamanî: şkevta tarî tejî têde mirarî, çi ye?
8) Mamikê minê mamanî: Hilindo bilindo kurê ji bavê bilindo, çi ye?
9) Mamikê minê mamanî: Vî milî teht e wî milî teht e, di nêvê de şil û şeht e, çi ye?
10) Mamikê minê mamanî: Sindirûka li ser sindirûkê, mifteya li destê bûkê, çi ye?
11) Mamikê minê mamanî: Rojê bûk e şevê pepûk e, çi ye?
12) Mamikê minê mamanî: Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e, çi ye?
13) Mamikê minê mamanî: Mamê bi lingekê, diçe şerê gundekê, çi ye?
14) Mamikê minê mamanî: Ser mişar e, pê xepar e, heçî nezan e dewar e, çi ye?
15) Mamikê minê mamanî: Sîniya savarê li ser guhê darê, çi ye?
Pêşniyareka min ji bo berpirsyarên rojnama Ronahî re heye. Ew dikarin di malpera xwe de beşekê ji bo mamikan vekin û hemû xwendevanên wan ji bikaribin bi riya e-mail yan ji mesajê ji wan re mamikên di zanin rêkin û di malperê de bên weşandin.
1) Çîçûk 2) Hêg 3) Roj û Heyv 4) Çifte/Tifing 5) Kîvroşk 6) Tir 7) Dev û Diran (didan) 8) Rêvas 9) Hevîr 10) Gêrûse 11) Nivîn 12) Kisû (şkêvlatûk) 13) Mîrkut 14) Dîk (dîkil) 15) Hinar

Sîpan ŞÎNDA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*