Bi stranan piştgiriyê didin berxwedanê

0
12

Sazî û dezgehên herêma Cizîrê bê navber li dijî dagirkeriya Tirk ya li ser Efrînê kar û xebatên xwe dimeşînin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk jî bi stranên xwe berxwedana serdmê vedibêjin û silav dikin.
Koma Agirî û koma şehîd Delîla yên navenda Horî a bajarê Amûdê du stranên din li ser qonaxa dûyemîn ya berxwedana serdemê amadekirine.
QONAXA DUYEMÎN
Endamê koma Agirî Rêber Mihemed diyar kir ku naveroka stranê li ser qonaxa duyemîn ya berxwedana serdemê ye û wiha got: “Stran bi şêwazê gerîla û ritma leşkerî hatiye amadekirin. Em vî berhemî diyarî şervanên azadiyê dikin.”
WARÊ AVÊSTA Û ARÎN
Rêber anî ziman ku ewê ta serkeftina Efrîn bi awazên xwe piştgiriya berxwedanê bikin û wiha li ser strana xwe ya bi navê “warê Avêsta û Arîn” a ku koma Agirî straye axivî: “Gotinên stranê yên hunermend Mihemed Ebdûlqadir û awaz Rêber Mihemedin, Me di riya wê re berxwdana ku gel di du mehan de li hemberî dagirkeriyê da meşandin vegotiye.” Ronahî/Amûdê

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*