Afrêneriya zarokan tê derxistin

0
13

Bi armanca pêşxistin û derxistina afrînerên xwendekaran û nûjen kirina kevneşopiyan, rêveberiya dibistana Osman Binefan a seretayî û dibistana Bedî El-Zeman yên Qamişlo pêşengeheke karê destan yên xwendekaran vekirin.
Pêşengeh bi tevlîbûna xwendekar û mamosteyên herdû dibistanan û malbatên xwendekaran hat vekirin.
Di pêşengehê de karê zarokan yên ku bi destan amadekiribûn hate pêşandan, her wiha piraniya wan jî girêdayî kevneşopiya resen bûn û ji Hirî, karton, qeş û axê hatibûn çêkirin.
Di berdewamiya vekirina pêşengehê de koma Avesta ya dibistana Osman Binefan dîlaneke gelêrî pêşkêş kirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*