Efrîn jenosîda nû ya li dijî Kurdan e

0
10

Hunermend û derhênerên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku êrîş û dagirkeriya Efrînê jenosîda herî nû ya li dijî gelê Kurd bû û gotin ku divê ev komkujî bên tomarkirin û bibin film.
Li Başûrê Kurdistanê 30. salvegera jenosîda Enfala li dijî gelê Kurd pêk hatiye ku têde bi hezaran kes hatin qetilkirin e. Îro jî heman komkujî li Efrînê li dijî gelê Kurd didome. Li ser van êrîşên li dijî gelê Kurd pêk tên derhênerên filman axivîn.
Derhênerê filmê dokumenterî Mihemed Sayid diyar kir ku timî li dijî gelê Kurd komkujî û Enfal pêk hatine û got; “Di salên 1980’an de Enfal û piştre li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn û niha jî li Efrînê li dijî gelê Kurd Enfal pêk anîn. Weke kesên film çêker tişta ku pêwîste em bikin, ewe ku bûyerên çêbûne dokumenter bikin. Ev yek ji bi rêya film, kurtefilm û filmên dokumenterî re dibe.”
EFRÎN JENOSÎDA NÛ YE
Derhênerê Filmê ‘Semaya Hespan’ Serdar Xelîl jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Li dijî gelê Kurd jenosîd berdewamin, her carekê gelê Kurd rastî jenosîdan tê. Jenosîda herî nû ya li dijî gelê Kurd pêk hatî jenosîda Efrînê bû. Weke sînemakar gelek çîrokên me hene kar li ser bikin. Ji ber ku çîroka Enfalê çîrokekî gelek girane. Heya niha nekarîne filmekê li ser Enfalê çêbikin ku heqê wê bidinê.”…ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*