Til Helef dîroka mirovahiyê ye

0
94

Di bin pêşengiya Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê de li ser Til Helef belgefîlmek hat amadekirin. Belgefîlma Til Helef ku li Navenda Tev-Çandê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo hat pêşandan ji aliyê bi dehan kesan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.

Di bin pêşengiya Desteya Şûnwaran a Kantona Cezîrê de, fîlmek li ser Til-Helef hate amadekirin û di 12’ê Nîsanê de hate pêşandan.
Fîlm a ku li Navenda Tev-Çandê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo hate pêşandan bi sedan kes û her wiha rewşenbîr û rojnamevan, şervanên YPG’ê û YPJ’ê û nûnerên Rêveberiya Demokratîk beşdar bûn.
Li ser navê desteya şunewaran hevserokê desteyê Hisên Elî axivî û diyar kir ku ew di warê parastina cihê dîrokî de bi karekî mezin radibin û da zanîn ku Til Helef jî dîroka wê vedigere 8 hezar sal û dîroka kurd û gelên ku li ser jiyan dikirin di nava xwe de parast.
Paşê jî rojnamevan Alan Roj axivî û spasiya hemû kesên ku bi amadekirina fîlmê rabûn kir û wiha got: “Ev fîlm li ser dîroka mirovahiyê ya li Til Helef diaxive, me jî xwest ku bi vê fîlmê mirovan bi çanda wan û rastiya wan bidin naskirin.”
Di dawiyê de fîlm hate nîşan dan û xelatên remzî li koma Rêwan û hemû kesên ku bi amadekirina fîlmê rabûn hate belav kirin.
JI RASTIYA DÎROKÊ HATE AMADEKIRIN
Fîlm ji aliyê hejmarek ji hunermend û lêkolînerên kurd ve hatiye amadekirin, her wiha derhêneriya fîlm ji aliyê koma Rêwan ya Sînema hatiye kirin.
Amadekirina lêkolîna zanistî û arkeolojiyê ji aliyê Ristem Ebdo û Amir Ehmed hatibû kirin, her wiah derhênerî û senariyo ji aliyê rojnamevan Alan Roj ve hate amade kirin.
Fîlm di naveroka xwe de li ser şaristaniya Til Helefê ku yek ji cihên dîrokî yên herî kevin di dîroka Rojhilata navîn û cîhanê bi giştî tê naskirin. Di wê derê de dîroka beriya 8 hezar sal heye… Ronahî/Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*