Dîwana dada civakî zagonan pêk tînin

0
24

Li Herêma Tebqayê di 18’ê Tebaxa 2017’an de Dîwana Edaleta Civakî hate avakirin. Ev 8 mehin xebatên qanunî li herêmê tê bi rêvebirin.
RÊJEYA BUYARAN KÊM BÛ
Berdevkê Fermî yê Dîwanê Ebid Hemîd El Nihar diyar kir ku dema QSD’ê herêma Tebqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, gelek gel vegeriyan warên xwe, her wiha hijmara koçberan jî zêde dibû û rewşa aborî zehmet dibû. El Nihar wiha got: “Ji bo wê jî gelek bûyerên dizî, kuştin û çeteyên orgenîzebûyî çêbûn, lê piştî ku Rêveririya Sivîl a Tebqayê hate damezrandin mîna van bûyeran di civakê de qelsbûn û gihişte ji %30, ewlekraî di herêmê de avabû.”
KOMÎTEYA SİLHÊ BİNGEHA ÇARESERİYÊ YE
Ebid Hemîd da zanîn ku komîteyên lihevanînê (Silh), di komîn, mala gel û heya ku digehêj ber berdestê rêvebirên komîteyên dîwana dadê hemû nakokîyên civakî û navxweyî li berçav derbas dikin û wiha dewam kir: “Dema ku pirsgirêk an jî doz çareser nebû, jinûve radestê dîwana dada civakî tê kirin, wiha mafê yekem yê girtîgeha dadgehêye û Desteya cûdahiyê a duyemîne. Lê dozên sûcdarî yên ku ji milê hêzên Ewlekariya Navxweyî, an jî bi rêya vexwendina komîteya lêpirsîn û parêzvayî re rasteraste be, dîsa mafê yekem yê girtîgeha dadgehêye, dîwana dadê rêza duyemîn û desteya Cûdagirtin a sêyemîne.”
BİNGEH AZAGONÊN ME EDALETÎ YE
Berdeveka Fermî ya Komîteya Lêpirsîn û Dozgeriyê Xada El Receb tekez kir ku di gelek dozan de lêpirsîn hatin kirin û piraniya wan ji hêla Asayîşa navendî û Antî terore hatin kontrol kirin. Ew jî li gorî biryara zagonên herêmê têne darizandin. Xada di dawî de got: “Doz û pirsgirêkên ku têne berdestên me, bi ruhê dada civakî têne kirin.”Ronahî/Tebqa

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*