Pêngava Duyemîn a Jin rabin ser piyan” hate ragihandin

0
46

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Qamişlo qonaxa 2`emîn a Pêngava ‘Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê’. Di 9’ê Nîsanê de li pêşiya avahiya NY’ê bi daxuyaniyek ragihand.
PÊNGAVA YEKEMÎN
Bİ ENCAM BÛ
Endama Rêvebriya Navenda Têkîliyên Diblomasî ya Kongreya Star Firyal Hesen ser dewam kirina pêngavê û armanca wê got: “Berxwedan û çalakiyên jinên cîhanê di qonaxa yekemîn a pêngava “Jin rabin ser piyan” ku Kongreya Stra di 8’ê Sibatê de destpêkiribû bi encam bû. Li gelek welat û bajarên cîhanê jinan di bin vê duruşmeyê de gelek çalakî lidarxistn.”
DEST Bİ QONAXA DUYEMÎN KİRİN
Firyal diyar kir ku wan di 8’ê Nîsanê de dest bi Qnaxa duyemîn a pêngavê kir û wiha got: “Bi pêşengiya Kongreya Star komîteyek ji Jineolojî, çand û huner, ragihandin û têkîliyên diblomasî yê kongra Star hatiye avakirin, her wiha ev komîte û jinên saziyên Rêvebriyê di 9’ê Nîsanê de li pêşiya avahiya NY daxuyaniya berdewam kirina pêngavê dan.”
ARMANC KİRYARÊN TİRK BÊ HESAB NEMÎNİN
Firyal ser armanca berdewam kirina pêngavê wiha dewam kir: “Ew komîteya ku hatiye avakirina, hemû kiriyarên dewleta tirk a faşîst bi serê gelê Efrînê pêk anî û bi guhertina dîmografiya herêmê, kiriyarên ku ser gelên Ezdiyan pêk tînin wan bi darê zorê ji çand û baweriyên wan tunedikin, hemû bi belgeyan pişt rast dikin û ji dada navnetewî re dişînin. Her wiha hêviya me ji vê pêngavê jî ku YN’e saziyên navnetwî û mafên mirovan berpirsiyariya xwe ewlekarî û pêdiviyên însanî ji bo gelê Efrînê pêkbînin. Ji bo me ya herî girîn jî da ku guhertina dîmigrafî pêk neyê, gelên Efrînê bi awayekî ewle vegerin ser xaka xwe.”
ÊDÎ BESE Jİ QİRKİRİNA MİROVAHÎ Û ÇANDÎ RE
Endma rêvebriya Navenda Têkîliyên Dipûlomasî ya Kongreya Star Firyal Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê pêngava sêyemîn jî di 8’ê Gulanê de destpê.

Ferîşte NEZÎR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*