0
16

Bi sedhezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li herêma Şehbayê bi cih bûne di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Ji ber şertên zehmet yên jiyanê du zarokên şîrî jiyana xwe ji dest dan. Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Rîm Qermo diyar kir ku derfetên wan têra pêdiviyên gel nakin û bang li saziyên mirovî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ji cih û warên xwe derketin niha li herêma Şehbayê di bin şertên zehmet de dijîn.
Rewşa xelkê Efrînê ji ber derfetên kêm yên jiyanî roj bi roj zehmet dibe. Rêxistinên mirovî yên navnetewî jî di vê mijarê de bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin. Ji ber şertên zehmet yên jiyanî du zarokên şîrî jiyana xwe ji dest dan.
Zarokên bi şîr ên bi navên Hemrîn Yûsif a 16 rojî 10ʹê Nîsanê û Emîne Nûr a 5 rojî jî 5 Nîsanê jiyana xwe ji dest dan. Herdû zarok ji gundê Meydan Ekbes yê Efrînê ne.
Herdû zarok bi nexweşiyên giran ketibûn, lê ji ber tunebûna alavên tenduristiyê Heyva Sor a Kurd nikarîbû wan derman bike. Rêxistinên mirovî jî rewşa zarokan ji nedîtî ve tên.
Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Rîm Qermo diyar kir ku ekîba Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetên xwe hewl da zarokan derman bike lê ji ber tunebûna dermanan û alavên tenduristiyê nikarîbûn jiyana zarokan xelas bikin.
Rîm bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û alîkariya gelê Efrînê bikin.
Rîm diyar kir ku bi sedan zarokên Efrînê nexweşin û alîkariya wan a lezgîn bi dermankirinê heye.
Bi hezaran gelê Kantona Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk berê xwe dan Kantona Şehbayê. Ji ber vê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê bi hevkariya Kantona Şehbayê kampa Berxwedan vekir. Lê kampê navendên tenduristiyê nîn in. Tenê Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên kêm, xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gel dike…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*