Sîxûrtî

0
32

Pîşe dibêje “ kurmê darê ne ji darê be, ew dar xirab nabe” ev jî di dîroka kurdan de hertim buye nimûneyek. Çendîn kurd li ber azadiya xwe bûn, ango çendîn destanên mîna Mem û Zînê her wiha Siyamend û Xecê hebûn; lê Beko Ewanan ne hêştin armanc û miraz bighêjin hev û din. Ev mînakin gelek biçûkin ku di rastiya kurdan de hertim buye kul û derdekî bê derman ku hêştiye heya roja me ya îro em bê statû û xwedî mafekî rewa ya xwe rêvebirinê bi cîhanê bidin bejirandin.
Di şoreşa Rojava de, ku êdî wê heft salên xwe derbas bike. Bi dehê caran şer û hemleyên li dijî terorê û her wiha li dijî rêjîm û desthilatdariya heyî a Sûriyê jî çêbûn. Di her şerekî de jî, bê goman, sîxûr û cehşokên gelê me rolek xwe yê mezin lîstine. Ev yek tabî, em nikarin tenê bi Rojava sînordar bikin; lê belê li seranserî Kurdistanê têkildar e. Ya tê zanîn jî ku di dawiya dawiyê de ev sîxûr hertim di nava sergoyan de digevizin û dîrok wan rehm nakê. Lê ji dîrokê zêdetir gel û rêveberiya vî gelî wan rehm nakin.
Di berxwedana gel û şervanan yê li Efrînê de her roj destanên qehremaniyê dihatin û heya niha jî tên nivîsandin. Ev yek, bê goman di şer û êrîşekî li ser gelê me de mîna xetekî berxwedanê amedeye ji ber rûmeta gel ve li ber xwe bide, şer bike, şehîd jî bibe, ji xwe ev xet her li dijî sîxûrtî û dijminên gelê kurd li ber xwe daye û wê li ber xwe bide. Ne tenê di êrîşa li ser Efrînê de, di gelek palnên kirêt yê li ser Rojava, destên qirêj û gemar yên sîxûrên Mîna Ibrahîm Biro û Fuad Elîko yên ku niha dadgeriya Rojava biryara girtina wan daye hene.
Lê, ya ku em hinekî balê bikşînin ser ew e, gelo di dema Mem û Zînê de, piranî dizanîn Beko çi mirov e; lê her xirabî dikir û di navber xelkê de kîn û nefret dikola, çima wê demê piştî Beko planên xwe pêk anîn û her der li hev û din xist, şêniyên gund fêmkirin ku divê ev kes bê ceza kirin û zatan di dawiyê de hat kuştin. Îro jî, gelo ev kesên ku ji wan re tê gotin Biro û Elîko û ne tenê ew bi dehê kesên wek wan sîxûrî û ajantiyê dikin hene. Ji destpêka şoreşa me tên zanîn kîne û çi dikin, çima heya niha bê ceza man!!? Ma qey qederek me kurdaye hertim kesên mîna van armancên gelê me yên azadiyê têk bibin. Bi nêrîna min û belkî gelek kesên din jî heman nêrînê bide, dema ev kes li van deran bi rihetî digeriyan, wê demê çima li ser hedê xwe ne hatin rawestandin. Lê hertim divê bela were ser serê me, piştre em ê bi xwe bihesin.

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*