Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û ramanên Ocalan

0
9

Pêdivî pê heye ku ‘halanên şer’ ên ku di ser Sûriyê re geş dibin û niha bi zirtan tê domandin, mirov mîna Ocalan li ser bingeheke reel bixwîne. Ji ber ku Ocalan yek ji wan kesan e ku Sûriyê û avaniya wê ya sosyo-polîtîk baş dizane.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi deh salan dema ku di parastinên xwe yên dawî de, Cîlda 5’an de digot Şerê Cîhanê yê 3’yan li Rojhilat Navîn ji mêj ve tê jiyîn, her wiha digot ev şer ne bi welêt re têkidar e lê bi berjewendî û hebûna hêzên hegemonîk ên dinyayê re têkildar e. Li gorî Ocalan di şerê berdest de wê carinan dîplomasî û carinan jî tundî derkeve pêş. Wê bi krîzên tund û kontrolkirî yên aboriyê dest li pêvajoyê bidin. Dibe ku car caran hin qadên din derkevin pêş lê çawa jî be wê şer bi giştî li gelek qadan bibe. Yek ji hedefa sereke ya vî şerî jî wê bêbandorkirina Îranê be.
Pêşbiniyên Ocalan ku li jor me rêz kirin yek bi yek pêk hatin. Bi twîteke Trûmp a beriya bi çend rojan me dît ku li Rûsya, Îran û Tirkiyê rewşa dowîzê çawa bû. Em dibinin ku şerê hêzên hegemonîk çawa geş dibe û li şûna vê jî car caran bi dîplomasiyê û car caran jî bi şerê germ dibe. Li gel vê, navenda şer ne tenê deverek e, li hemû atmosfera çanda Rojhilata Navîn çêdibe.
Rojeva dinyayê germ e. Rojev bi geşedanên li Sûriyê geştir bûye. Hêzên cîhanî bi gavên xwe yên dîplomatîk rengê xwe diyar dikin. Lê ev tifaqên rojene divê me nexapînin, ji ber ku tifaqa diyarker bi navê modernîteya kapîtalîst bi salan e bi peymanan berdewam dikin. Ji bo vê jî divê em ‘halanên şer’ yên di ser Rûriyê re bi rengê ku zirtan in, bibînin û weke Ocalan xwendineke reel lê bikin. Ji ber ku Ocalan Sûriyê û avaniya wê ya sosyo-polîtîk pir baş nas dike. Bi salan li wir siyaset kir, têkilî danîn û her demê analîz kiri. Dema ku got, ‘ava serê Sûriyê germ dibe’ kesekî pêşbîniyeke wiha nekiribû. Her wiha dema ku got, ‘’Heke Kurd li Sûriyê rabin ser xwe wê rabûna wan ji ya Ereban geştir be’’, kesî bîra şoreşa Rojava nedibir…ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*