Wê hesab ji berpirsyarên enfalê bê pirsîn

0
9

KCD`ê salvegera komkujiya Enfalê bi bîr anî û got, ʺEm 32’emîn salvegera komkujiya Enfalê careke din lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Em ê Têkoşîna rizgarî û azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) derbarê salvgera komkujiya Enfalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:
ʺDagirkerên faşîst û dîktator ev sedsal in polîtîkayên komkujî û jenosîdê li ser gelên Kurdistanê meşandine û di roja me de van polîtîkayan bi awayekî dermirovahî û hovane dimeşînin.
Li ser komkujiya Enfalê ya ku wekî sûcê dermirovî û deqeke reş ketiye nav rûpelên dîrokê 32 sal derbas bûn. Di 14’ê Nîsana 1986’an de li ser fermana dîktator Sedam Husên komkujiya Enfalê dest pê kir û ev komkujî heta 1989’an bênavber berdewam kir. Di vê komkujiyê de 182 hezar kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin. Texrîbatên di encama vê komkujî û sûcê dermirovî de derketin holê hê jî benavber didomin.
Komkujiya Enfalê, komkujiya ku dewletên mêtinger li ser gelê Kurd dane meşandin ne ya ewilî ye û ne jî ya dawî ye.Ev komkujî wekî berdewam komkujiyên Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dêrsim û gelek komkujiyên din ên bi stratejiya tunekirina gelê kurd hatine meşandinin. Ev polîtîkaya qirkirinê li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û di roja me de bi wêrankirin û hilweşandina Efrînê re tê domandin.
Tê zanîn ku dewletên dagirker ên ev komkujiyan kirine, bi piştgirî û hêza ku hêzên emperyal ên navneteweyî pêk anîne. Hêzên navneteweyî şirîkî wan ên ev sûcê dermirovî ne.
Lê belê rastiyeke ku em pê zanin û li berçavane heye. Ew jî tu carî li hemberî van komkujeran paş de gav neavêtine û berdêla wê çi dibe bila bibe tu carî ji bîr û baweriya xwe ya azadî û rizgariyê tawîz nedane. Wê îro jî nedin. Dîktatorên ku ev komkujî pêk anîne di wijdanê mirovahiyê de hatine mehkûmkirin û di nav rûpelên dîrokê yên lanetkirî û reş de wenda bûne. Gelê me jî her roj gav bi gav nêzî azadiya Kurdistanê dibe, ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya moral û hêviyê. Ji ber vê yekê Kurdistan, li dinyaya ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin bûye erdnîgariya jinûve şînbûna nirxên mirovahiyê.ʺ
Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn..

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*