Em meclîsa çeteyan nas nakin

0
11

Dewleta Tirk ya dagirker ji bo dagirkeriya xwe ya li Efrînê rewa bike ragihand ku qaşo meclîseke herêmî ava kirine. Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir ku ti ferqa çeteyên leşkerî û siyasî tune ye û da zanîn ku ew weke gelê Efrînê wê qaşo meclîsê nas nakin.

Hevserokê Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa li ser qaşo meclîsa ku ji bo Efrînê hatiye avakirin axivî û got: “Ti ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.”
Piştî ku dewleta Tirk çeteyên wî Efrîn dagirkirin û şûnde artêşa Tirk ragihand ku qaşo ‘Rêveberiyeke herêmî’ avakiriye.
Ev qaşo meclîsa ku hatiye avakirin ji aliyê gelê Efrînê de weke meclîsa xayîn û çeteyan tê pênasekirin. Hevserok Kantona Efrînê Dr. Osman Şêx Îsa têkildarî meclîsa dewleta Tirk ji 20 kesan avakirî got: “Ji bo me ti ferqa çeteyên bi çek û çeteyên siyasî nîne.” Şêx Îsa anî ziman ku gelê Efrînê qaşo meclîsa mijara gotinê qet erê nakin û heta çeteyên li peywan bişkîne wê têkoşînê bike.
Şêx Îsa wiha got: “Ji xwe rêveberiyên rewa û meşrû yên Efrînê hene û bi gel re ne. Em vê meclîsê red dikin. Ji ber ku hevalbendên dagirkerên Efrînê ne. Li gel çeteyên Efrînê bombe dikin in. Ev kesan destekê didin çeteyên gelê Efrînê qetil dikirin. Em wan weke nûnerên gelên Efrînê nabînin. Tu kes jî wisa nabîne.”
Dr. Osman Şêx Îsa wiha dewam kir: “Tu cihê wan çeteyan li Efîrnê tune ye. Çi dibe leşker, çi siyasî , çi dîplomasî cihê wan çetan li Efrînê tune ye. Di nava wan de ti ferq nîne. Yên ku qirkirina Kurdan erê kirin, nabin nûnerên vî gelî. Ew rêveberên sîxûriya Tirk in. Yên ku bi dolarên Tirkiyê hatine kirîn in. Kesên ku gel firotine dolaran in. Heta ku ew çete û dewleta Tirk ji Efrînê bên derxistin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hem di hundir û hem jî ji derve de ji bo van çeteyan û xwediyê wan der bixin, em ê li her qadê li gel gelê xwe têkoşînê bikin.”…ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*