Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e

0
9

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bilgen, geşedanên dawî nirxand û diyar kir ku çareseriya li Sûriyê dawîlêhatina şer û desthilatdariyê ye û wiha got: “Çareserî dawîlêhatina şerê serdestiyê ye. Hilbijartina demokratîk û azad a vîna gel e.”
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, li meclîsê bi civîna çapemeniyê geşedanên dawî yên siyasî nirxandin.
ŞER KAOSÊ KÛR DIKE
Bîlgen wiha got, “Li Sûriye jî ji bo aştî bê avakirin û çareserî pêş bikeve divê berî her tiştî şerê serdestiyê bi dawî bibe. Divê gel azad hilbijartinê pêk bînin û bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Ger ku şer hebe gelê sivîl û mirovên masûm dê bên kuştin. Der barê kuştina sivilan de tu welat hestiyan nêzîk nabin. Cenevre jî vê yekî dike mijara bazarê. Li Sûriye pêdiviya sereke avakirina qanûna demokratîk û azad e. Divê dawî li şerê serdestiyê bînin. Hilbijartina azad bê plankirin ku hemû gel azad beşdar bibe û bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Ger ku ev kaos berdewam bike ne tenê ji bo Sûriye dê ji bo hemû Rojhilata Navîn êşên mezin bi xwe re bîne.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*