Qonaxa nû ya berxwedena Efrînê wê bi rûxîna faşîzma TC’yê encam bibe

0
28

Li hemberî dagirkeriya TC a li ser Efrînê û gef xwarina li Sûriyê, hin hêzên navdewletî helwestên dijber nîşan didin. Di pêvajoya destpêke ya êrîşên li ser Efrînê de gelek hêzên herêmî û navnetewî yekser piştgirî dan êrîşên TC’ê, hinekan jî bêdengmayin û bi rêbazên cuda piştgiriya vê êrîşkariya faşîst kirin. Lê îro li hemberî faşîzma TC’ê helwest û nêrînên nû derdikevin holê. Diyar e, careke din li ser esasê nakokî, pevçûn û berjewendiyan rewşên nû derkevin holê.
Bi taybetî dema ku mirov helwesta Fransayê dinêre, mirov dibîne ku têkiliyên nû derdikevin holê. Weke me got, di destpêkê de li hemberî dagirkeriya TC’ê bedeng man. Dizî, an jî eşkere piştgirî dan. Lê piştî ku TC ket Efrîn’ê helwest û polîtîkayên nû pêş dixin. Dibe ku îro Fransayê wisa kiribe, dibe ku sibê Îngîltere û Almanya biryarên wisa bigirin. Ji bo Tirkiye û Iraq’ê dikarin biryarên nû bigirin. Jixwe ne tenê Fransa, Serokê Amerîka Trump jî daxwûyanî da. Got, “em ê polîtîkayên nû pêş bixin, em tena serê xwe tevnagerin. Em ê bikin ku hin hêzên din jî çalaktir bibin.” Helwesta Fransa jî li gel wê derket holê. Qasî tê fêmkirin, Amerîka tengav dibe û dixwaze barê xwe hinekên din ve parve bike. Wê bixwaze hêzên hegemonîk yên kapîtalîst li gorî cih û deman bi cih bike û bike xwedî rist. Fransa ji bo Sûriyê çalak kirin, dibe ku sibê Îngîltere ji bo Iraq’ê çalak bikin. Bi xwe dikarin ji bo Tirkiyê, çalakbûneke nû pêş bixin. Dikarin li hemberî Îran’ê asteke cuda ya têkilî û îtîfaqan pêş bixin.
Divê mirov van hemûyan jî, weke encamên qonaxa nû ya berxwedaniya Efrînê bigire dest. Erdoxan û faşîzma AKP’ê dixwaze Osmaniya kevn zindî bike, dê hêzên hegemonîk jî bixwazin mêtîngeriya kevn zindî bikin. Ji bo wan têkoşîneke berjewendiyê ye. Ango wisa her tişt weke ku Erdoxan dixwaze nîşanî civaka Tirkiye bide, ne gul û gulîstanî ye. Dibe ku sibê li ser Tirkiyê ferzkirinên nû yên siyasî, aborî bikevin rojevê. Divê ti kes vê yekê paşguh neke. Faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye avêt nava agirekî. Tenê şoreşeke demokratîk ku li ser esasê azadiya Kurdîstanê pêş bikeve, dikare Tirkiyê ji vî agirî rizgar bike.
Ger bala we kişandibe, li Efrînê di qada leşkerî de rêbaz û şêwazên cuda yên şer tên rojevê. Ji aliyê siyasî û dîpmolasiyê ve pêşketinên nû çêdibin. Ango çalakbûna Fransa, wê li Sûriyê gelek hevsengiyan biguherîne û ristekî nû bîlîze. Diyar e têkoşîna bîrdozî û propagandayê de jî, wê li gorî vê tevgerînek çêbibe. Gelê Kurd û Hêzên Azadiyê yên Kurdîstanê, van rastiyan dibînin. Li ser vê esasê çend xalên sereke derdikevin pêş.
Ya yekemîn, dê di têkoşîna bîrdozî, polîtîk û leşkerî de giştîbûnek derkeve holê. Divê pevçûn û nakokiyên bîrdozî û yên polîtîk jî mirov bikaribe ji hev veqetîne. Ya duyemîn jî, wê her kesek bi hêza xwe û şêwaza xwe têkoşîn meşandinê esas bigire. Bi taybetî ji aliyê hêzên demokratîk û şoreşger yên Sûriyê ve mirov vê yekê dikare bibêje. Ger teoriya Moderniteya Demokratîk ku birêz Ocalan pêş xistiye, ji aliyê siyasî, leşkerî û bîrdozî ve pêk bînin; neçarin şêwaz û rêbaza wê bibînin. Ger wisa bibe, her dikarin azad bijîn û li hemberî hemû dagirkeran dikarin têkoşîna azadiyê pêş bixin. Dibe ku îro dagirker ketibin Efrîn’ê, lê hêzên azadîxwaz diyar dikin ku bi têkoşîna xwe wê bihêlin ku dagirker ji Efrîn’ê birevin, ger nerevin jî dê Efrîn’ê ji wan re bikin gor. Dîsa Hêzên Azadiya Kurdîstanê diyar dikin ku wê li her cihekî şêwaz û rêbaza xwe pêk bînin. Di polîtîka û bîrdoziyê de, di têkoşîn û şer de şêwaz, rêbaz, felsefe û tempoyê şoreşger bi awayekî afirîner pêk bînin. Em jî bawer dikin ku, hêzên şoreşger dikarin di her qadekê de her demê têkoşînê bidin meşandin û darbeyên mezin li dagirkeran bidin. Dikarin bibin afirînerên zafer û şoreşên mezin. Da ku ev yek di demeke kurt û nêzik de çêbibe, derfet û fersend zêde zêde hene.
Bi kurtasî her çiqasî îro Erdoxan li qadan qîr dike û dirûşmeyên serkeftinê davêje jî zêde qîrkirina wî, ji ber tirsa wî ye. Bi taybetî em dikarin diyar bikin ku bi qonaxa nû ya berxwedena Efrînê, pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn destpê dike. Hem ji aliyê siyasî, dîplomatîk ve; hem jî ji aliyê leşkerî ve pêvajoyeke nû dest pê dike. Hêzên hegemonîk, bi taybetî li hemberî Erdoxan li herêmê polîtîkayeke nû didin pêşiya xwe. Tiştê esasî ku textê Erdoxan dihejîne û birûxîne jî, berxwedaniya şervan û gelê Efrînê ku gihêştiye lûtkeyê û têkoşîna hêzên demokratîk û şoreşger ya Bakur û Tirkiyê ye. Ji bo têkoşîneke bi vî rengî derfet û fersend jî, têra xwe hene. Bes mirov van derfet û fersendan bike bingeha têkoşîneke şoreşgerî û pêngavên rast biavêje.

Diyar HEBÛN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*