Em meclîsa çeteyan qebûl nakin

0
9

Nûnerên êlên Ereb yên herêma Tebqayê diyar kirin ku ew qaşo meclîsa ku dagirkeriya Tirk li Efrînê ava kiriye qebûl nakin.
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê dagir kirin, li bajarê ji bo ku demografya herêmê biguhere û siyaseta qirkirinê rewa bike li Entabê qaşo meclîsek hat avakirin. Gelên bakurê Sûriyê wê qaşo meclîsê qebûl nakin û weke meclîsa çeteyên girêdayî tirkiyê dibînin.
Derbarê mijarê de, rûspiyê êla Begara ya herêma Tebqayê Ebdullah Mudehî wiha got, ʺMeclîsa ku li Entabê hatiye avakirin nûnertiya şêniyên rasteqîn ên Efrînê nake. Endamên meclîsê çete ne û rasterast girêdayî dewleta Tirk in. Erka yekem a vê meclîsê rewakirina dagirkeriya Tirk e.ʺ
Rûspiyê êla Wilde Ehmed Ewad Hisên jî anî ziman ku Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye û wê ji gelê Efrînê re bimîne.
Hisên diyar kir ku ew vê meclîsê tu carî nas nakihn û wiha axivî, ʺJi bilî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya Efrînê û gelê azad dike, em tu meclîsan qebûl nakin.ʺ…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*