Emê destûrê nedin dagirkeriya Tirk

0
9

Farûq El-Maşî da zanîn ku gelê Minbicê tu carî destûr nade ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên DAIŞʹê dubare bikin.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî derbarê gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Minbicê de, axivî.
El-Maşî diyar kir ku ji dema rizgarkirina Minbicê ji aliyê QSDʹê ve Erdogan gefa dagirkirina Minbicê dixwe û da zanîn ku armanca ji vê yekê parçekirina civaka Minbicê ye. El-Maşî wiha got, ʺWek gelê Bakurê Sûriyê em neteweya demokratîk esas digirin, lê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker komên çete şandin Sûriyê em neçar man ku çekê hilgirin û welatê xwe biparêzin.ʺ
El-Maşî di dewama axaftina xwe de ev pirs kir, ʺDema ku bajarê me di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû DAIŞ’ê zarokên me darve dikir wê demê dewleta Tirk li ku derê bû.?ʺ
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê Farûq El-Maşî di dawiya axaftina xwe de wiha got, ʺWeke pêkhateyên civaka Minbicê û hêzên wê yên parastinê emê ti carî nedin dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî axa me.ʺ …ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*