Armanc welatekî demokratîk e

0
12

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê piştî ku di 27’ê Adarê de hat damezrandin yekem civîna civîna xwe lidarxist. Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan di civînê de axivî û diyar kir ku armanca partiyê çareserkirina aloziyê û demokratîk kirina Sûriyê ye.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan di civîna yekem a piştî avakirina partiyê de, da zanîn ku partî ji bo hêviyên gelê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê hatiye avakirin.
Partiya Sûriyê ya Pêşerojê 27ʹê Adarê bi beşdariya 800 nûnerên ji gelek herêmên Sûriyê, partiyên siyasî, kesayetên welatparêz, civaknas, endamên sazî û meclîsên sivîl hat avakirin.
Endamên partiyê yekem civîna xwe li dar xistin. Civîn li navenda partiyê hat lidarxistin û di civînê de xebatên kongreyê û planên pêşerojê yên partiyê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de Serokê partiyê Ibrahîm Qeftan axivî û da zanîn ku partî ji bo hêviyên gelê Sûriyê, çareserkirina aloziya herêmê û avakirina Sûriyeke demokratîk hat avakirin.
Qeftan diyar kir ku partî bi fedekariya cangoriyên azadiyê hat avakirin û wiha dewam kir, ʺKeç û xortên Rojava-Bakurê Sûriyê ji bo jiyaneke hevbeş, biratiya gelan û avakirina Sûriyeke demokratîk têkoşiyan. Dem hatiye ku daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina welatekî demokratîk û jiyaneke bi rûmet pêk werin.ʺ
Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbarhîm Qeftan anî ziman ku wê partî buroyên xwe li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê veke û da zanîn ku wê endamên buroyan û komîteyên wê ji aliyê Meclîsa Giştî ya partiyê ve werin hilbijartin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*