Çalakiyên xwendekarên li Fransayê dewam dikin

0
9

Li Fransayê, li dijî reforma zanîngehê ev çend roj in xwendekar çalakiyan dikin. Polîsan dest li xwendekaran werdan.
Di serî de li paytext Parîsê, xwendekarên li zanîngehên gelek bajarên mezin, li dijî krîterên giran ên hikumet ji bo hin beşên zanîngehê ferz dike, çalakiyan li dar dixin. Li hin zanîngehan bi mehan e çalakî têne kirin.
Li gelek zanîngehan, avahiyên fakulteyê bi rojane ji aliyê xwendekaran ve hatine girtin. Ders û ezmûn hatine betalkirin. herî dawî li Zanîngeha Sorbonneyê ku yek ji zanîngehên sembola tevgera xwendekaran a 68’an e, 20 xwendekaran danê êvarê çalakî kirin. Lê belê polîsan dest lê werdan û bi zorê çalakî qedandin.
Li Zanîngeha Strasbourgê jî rojên Duşem û Çarşemê çalakiyên blokajê hatibûn kirin. Li zanîngehên din jî çalakî hatibûn kirin û ders û ezmûn hatibûn astengkirin. Li 10 zanîngehan hê jî çalakî dewam dikin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*