Bila jiyanek bi rûmet be

0
23

Di gerdûnê de pêşketin girêdayî lebitîn û enerjiyê ye. Tişta ku ne li gorî dilan be jî cureyekî pêşketinê ye. Di şêwe û şiklê heyî de mayîn tê wateya mirina bi xweşî. Ji ber vê yekê pêwîste mirov, civak û koma zindiyan bi giştî ji rabirduya xwe sûdê ji bona pêşeroja xwe werbigire. Dibe ku rabirdû bi êş, keder û bi kul be, lê gelekî girîng e ew hesreta xwe ya azadiyê ji dest nede. Çûnkî her tişta bi giyan tenê di aliyê madî de nikare jiyaneke hev û din tememker biafirîne, ancax jiyan bi aliyê xwe yê manewî bedeneke rast û serguha bigire. Ango bi însanê ketî, bê moral û bê hêvî, ne azadî, ne demokrasî û ne jî welat tên avakirin. Ji ber ku mirov ji hebûneke madî pirtir xwedî hebûneke manewî ye, di rewşên hesas û kirêtîk de divê van herdu hebûnên xwe di nava yek bedenê de komî ser hev bike û bibe xwedî îradeya jiyanê ya bi kok. Ji bilî vê rêbazê jiyan di asta hebûnê de ne gengaz e. Di nav bê rûmetiyê de tenê civakeke kerî tê afirandin.
Berxwedana Serdemê ku derbasî meha xwe ya sêyemîn bûye, bi xwe re gelek heqîqetên ku şoreşa Rojava vedigotin aşkart. Tişta ku hîna ji gelek aliyan ve him bi guman him jî bi zanebûn li pêşberî gel dihate reşkirin, bi Berxwedana Serdemê re saf û zelal bûn. Ev yek li ser asta ferd, sazî, rêxistin û dewletan pir bi eşkere xwe da pêş. Ango bi ruhê berxwedana ku li Efrîn hatiye raberkirin ku hîna jî berdewam e, maskên rûyên kirêt hatin weşandin. Bi gotineke din em dikarin bibêjin Berxwedana Serdemê di asta Kurdistanî û neteweyî de îmtîhanekî welatparêziyê bû. Çawa ku xweda di pirtûkên xwe yên pîroz de tekez dike ku; roja mehşerê dê gunehkar û bawermend nola herdu tayên reş û spî ji hev û din derkevin, îro di vî astî de jî bi Berxwedana Serdemê re herdu tayên spî û reş di aliyê neteweyî de ji hev cuda dibin. Êdî xeta welatparêziya radîkal ku ji bo hebûn, statu û xisleta xwe ya mirovî têdikoşe mîna kefa behrê bi ser dikeve. Derveyî vê têkoşînê ximximkirin tê wateya xiniziyê. Ev yek jî weke hewceyeke dîrokî ya hebûna gelekî li ber keviya qirkirin û asîmîlasyonê ye xwe dide der. Ji vê yekê zêdetir, erk û peywirekî exlaqî, neteweyî û mirovî ye. Ji bona em xwedî li van peywirên xwe yên exlaqî derkevin, di asta yekemîn de pêwîste em xwedî li xwîna ku hatiye rijandin derkevin. Her wiha her tişta ku bûye sedema xirakirin û hilweşandina welatê me red bikin. Hemû “erêniyên” dagirker û çeteyên kurtêlxwar ji bo xwe neyînî bihesibînin. Ango em ê çawa bi dijminekî ku bajarê me rûxandiye, zarokên me qetil kiriye, dest avêtiye rûmeta me û welatê me dagir kiriye bawer bikin? Eger baweriyeke wisa hebe, yan kesek bixwazibe vê baweriyê bi gelê me yê welatparêz bide qebûlkirin, wê çaxê em ji dagirkeriyê re dibêjin erê! Ev jî lûtkeya ketina exlaqî û polîtîk ya mirovan e. Xwedîderketina li axê ancax bi serketina Berxwedana Serdemê re pêkan be. Ji bilî vî xetê, hilbijartina jiyana koletiyê ye. Bila jiyanek be, lê bila bi rûmet be.

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*