Dibe ku Îran Îsraîlê hilweşîne

0
12

Ji nûnerên Elî Hamaney ê Serokê oldar ê Îranê Ayetullah Elî Şîrazî, bang li Îsraîl’ê kir ku ji “hewildanên ehmaqî” dûr bisekine û got: “Dibe ku Îran Îsraîlê tine bike.”
Li gorî ajansa nûçeyê ya Fars Ayetullah Elî Şîrazî bi van gotinên, “Heger Îsraîl, bixwaze heyîna xwe berdewam bike, divê ji hewildanên ehmaqî bireve. Hinceta pêşwazî Îranê bikin, wê Tel-Avîv û Hayfa tine bibin”, gef li Îsralîl xwar û wiha pêde çû: “Dibe ku Îran Îsraîlê tine bike”
Hatibû diyarkirina ku di êrîşa şeva Yekşemê ya bi roja Dûşemê ve dide girêdan ya li ser baregeha leşkerî ya hewayî ya Tîyas (T-4) a nêzî bajarê Humus a Sûriyê hate lidarxistin de 7 leşkerên Îranê hatibûn kuştin. Îran, Rûsya û rejîma Sûriyê di vê êrîşê de Îsraîl berpirs girt. Îsraîl, îdîa ne derewand û ne jî piştrast kir.
Şêwirmendê yekem ê Elî Hamaney ê serokê olî yê Îranê Alî Ekber Velayetî, di serdana roja Sêşemê ya li Sûriyê kirî de gotibû wê ev êrîşa “Krîmînal” bê bersiv nemîne.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*