Dagirkirina Efrînê şermezar kirin

0
11

Helwest û nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê zêde dibin. Wezîrên Karên Derve yên Welatên Yekîtiya Ereban li paytexta Siûdî Riyad li hev civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û ketina dewleta Tirk ya ya Efrînê weke dagirkerî hat bi nav kirin û ev dagirkerî şermezar kirin.

Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ereb ku li paytexta Siûdî Riyadê civiyabûn ketina Tirkiyê ya Efrînê weke dagirkerî bi navkirin û dewleta Tirk şermezar kirin.
Li gor nûçeya Frans Pressê (FP), Wezîrên Derve yên welatên Yekîtiya Ereb ji bo amadekariya civîna bilind a Yekîtiya Ereban ya 29’ê Nîsanê ku li bajarê Zahrana Erebistana Siûdî were lidarxistin li Riyadê civînek lidarxistin. Wezîrên Derve yên welatên Ereban ketina dewleta Tirk ya Efrînê weke dagirkerî binav kirin û şermezar kirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê wê tu çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyê re ava neke.
Yekîtiya Ereb di berdewamiya daxuyaniya xwe de destwerdana Îranê ya nava Sûriyê şermezar û got: “Destdirêjiya Îranê ya nava Sûriyê nayê qebûlkirin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*