Artêşa dagirker lez daye hewldana dagirkirina başûr

0
13

Artêşa Tirk ya dagirker hewldanên xwe yên dagirkirina başûrê Kurdistanê zêde kiriye.
Artêşa Tirk ya dagirker li herêmên sînor bi operasyonên leşkerî deverên tampon çêdike û li herêma Bradost ya başûr jî liv û tevgera xwe zêde kiriye. Ji aliyê din ve jî di deriyê Sînor ê Xabûrê re sewqiyata leşkerî pêk tîne.
Li qadên bejahî yên Şirnex û Colemêrgê yên sînorê başûrê Kurdistanê, operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk zêde bûn. artêşa dagirker bi deh hezaran leşker li çiyayê cudî, gabar û herêmên din yên botanê operasyonan didomîne.
LI SER SÎNOR AMADEKARIYÊN HERÊMA TAMPON
Herêmên li sînor tim ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve tên bombebarandin. Li van herêma bi salan e riyên “ewlehiyê” hatin çêkirin. Piştî çêkirina van riyan niha jî li van deran çêkirina binkeyên leşkerî dest pê kiriye. Tê diyarkirin ku li bejahiya Herêma Ertoşê ya Çelê, gelek leşker sînor derbaskirine û li başûr bi cih bûne. Tê gotin ku li wan herêmên ku leşkerên tirk bi cih bûne wê herêmên tampon çê bikin.
LI HERÊMA BRADOSTÊ LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ HEYE
Dewleta Tirk ji aliyekî ve li ser sînor bi operasyonên leşkerî herêma tampon çêdike, li aliyê din jî di nav sînorên başûrê Kurdistanê de liv û tevgera xwe ya leşkerî zêdetir dike. Piştî daxuyaniyên Serokê AKP’ê Erdogan û rayedarên hikûmetê ku tim operasyona derî sînor bi lêv dikin, li herêma Bradostê ya bajaroka Sîdekan a Hewlêrê bi helîkopteran gelek leşker hatin danîn. Piştî sewqiyata leşkerî leşkeran dest bi kolandina mewziyan kir û di navbera wan û gerîlayên HPG’ê de şer rû didin.
LI XABÛRÊ SEWQIYATA LEŞKERÎ
Ji bilî van geşedanan, hat hînbûn ku li Silopiyayê di Deriyê Sînor ê Xabûr re jî ber bi herêmê ve sewqiyata leşkerî pêk tê. Hat diyarkirin ku di meha dawî de nêzî 50 wesayîtên leşkerî di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Duhokê bûne…MA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*