Şaneyên DAIŞ`ê ji nûve çalak bûne

0
11

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê, dan zanîn ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê çalak bûne.
Di demeke ku QSD’ê li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê şer berdewam dikir de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin.
Tevî rizgarkirin û serweriya ewlekariya li herêmê, car caran şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi êrîşên li ser Efrînê, li herêmê derdikevin.
Têkildarî mijarê, ji rêveberên Dîwana Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Tebqayê Mihemed Polat axivî û wiha got,ʺPiştî rizgarkirina herêma Tebqayê, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo derbkirin û xerabkirina ewlekariya herêmê, careke din di nava tevgerê de ne. Ev yek jî di demeke ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir de pêk hat. Dema dagirkeriya Tirk êrîşî Efrînê kir, şaneyên DAIŞ`ê ketin nava tevgerê.ʺ
Hêzên Sûriya DemokratîkQSD’ê gelek caran hişyarî da ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê, wê DAIŞ`ê jinûve zindî bibe. DYA`yê jî gelek caran têkildarî heman mijarê hişyarî da, lê di pratîkê de tiştek nekir.
Polat destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek şaneyên DAIŞ`ê girtin, piştî lêpirsînê têkiliya wan bi dagirkeriya Tirk derket holê.
Beriya niha bi du hefteyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê şaneyeke veşartî ya DAIŞ`ê li bajarê Tebqayê girtin.
Polat di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir ku ew wekî Hêzên Ewelarkiya Hundirîn ji bo xurtkirina ewlekariyê li herêmê û xurtkirina bendên kontrolê, ew ê xebatên xwe zêdetir bikin û hemû şaneyên çeteyan tune bikin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*