Ezê bi serbilindî ji girtîgehê derkevim

0
11

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahaddîn Demîrtaş di rûniştina dozê de got, “Ne ji dadgeha we li benda edaletê me, ne jî baweriya min bi bicihhatina edaletê heye.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahaddîn Demîrtaş li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê darizandin.
Demîrtaş li ser mijarên ku di fezlekeyê de pê tê sûcdarkirin axivî û çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê û kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê nirxand.
Demîrtaş dema ku qala Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû kir got, pirtûkeke neserketî binivîsîne jî ew akademîsyenekî girîng e, lê weke siyasetmedarekî ew tam fiyasko ye.
Demîrtaş got, “Di van bûyeran de çima gelekî lezand, çima li benda dadgeriyê nema. Çawa karîbû di nava saetekê de hemû bûyeran zelal bike? Divê vê yekê eşkere bike.”
Demîrtaş destnîşan kir ku Davûtoglû ti carî ji pêvajoya çareseriyê bawer nekir û got, “Davûtoglû siyasetmedarekî kêrnehatî ye ku rêxistinbûna dewleta emperyal a Neo-Osmanî xistibû serê xwe. Bi çavekî wekhev li gelê Kurd nenihêrî. Ji şer dixwar û ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê hewl da.”
HÊVIYA MIN JI EDALETÊ NÎNE
Demîrtaş bi dewamî got, “Karê siyasetmedaran ew e ku alternatîfan biafirîne. Siyasetmedarê ku nikare vê bike, xwînmêjên polîtîk ên kêrnehatî ye. Yên ku ji kuştina bi hezaran mirovan berpirsyar in û tevî vê yekê jî bi rengekî luks dijîn, dewlet bi dest xistin û kêfa xwe dikin, gelo bi qasî min ku li hucreya bi tîpa F me, dilê wan rehet û aram e? Na ne aram in. Dilê min gelekî rehet e. Ji qesrên herî luks baştir li hucreya Tîpa F a Edîrneyê bi dilrehetî dimînim… Ne ji dadgeha we li benda edaletê me, ne jî baweriya min bi bicihhatina edaletê heye.”
BI SERBILINDÎ KETIM GIRTÎGEHÊ Û WIHA JÎ JÊ DERKEVIM
Demîrtaş got ew bi serbilindî ketiye Girtîgeha Edîrneyê û got, ‘’Şîreta min li hevalê min ev e: Heke ez li wir bimirim bila tabuta min wiha bi rengekî tîk jê derxînin bila berwarî dernexînin.’’
KURD BI RÛMET IN, TÎPA ‘K’YÊ NIKARE BIÇÛK WERE NIVÎSÎN
Demîrtaş axaftineke xwe ya ku bûbû mijara îdîanameyê xwend. Di metne de tîpa ‘k’yê ya di navê ‘Kurd’ de biçûk hatibû nivîsîn. Demîrtaş got, “Kurd weke hemû gelan civakeke bi rûmet e. Bi mebesta kêmkirinê tîpa ‘k’ biçûk hatiye danîn. Nivîsandina vî rengî kêmkirin e. Divê were rastkirin, ez vê qebûl nakim.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*