Pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye

0
11

Dewleta Tirk a dagirker ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û dest bi dagirkeriyê kiriye. Leşkerên Tirk di nava xaka Başûrê Kurdistanê de baregehên nû ava dikin. Ji van baregehan de êrîşî gundên Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî vê yekê her ku diçe nerazîbûn zêde dibin. Welatiyên bajarê Helebçê êrîşên dagirkeriya tirk li ser başûr şermezar kirin.
Welatiyê bi navê Bextiyar Kakeyî axivî û balkişand ser bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê. Kakeyî wiha got; “Piştî bêdengiya Civaka navnetewî di dema êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê de, mixabin Hikumeta Herêma Kurdistan û parlamento jî bêdengî hilbijart ku ev jî cihê şermezariyê ye. Ti helwestek nîşanî dagirkeriya Tirkiyê nedan.”
Welatiya bi navê Kîşwer Mewlud jî di vê derbarê de wiha peyivî; “Em wek welatî berevajiyê helwesta Hikûmeta Herêmê û berpirsyarên siyasî ne, em welatî hemû êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrînê şermezar dikin. Di dema destpêka êrîşê de jî me diyarkir ku em bi hemû awayî amade ne piştgiriyê bidin berxwedanê û em çûn Efrînê me li hember dagirkeran şerkir.”
Mewlud di axaftina xwe de balkişand ser bêdengiya raya giştî û raya navnetewî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Mixabin civaka navnetewî di dema van zilm û zordariyên li ser gelê Kurd de tên kirin, bêdengiya xwe parast. Di vê serdema nû de hê jî êrîşê ser Efrîn dike û li ber çavê hemû cîhanê zarok, jin û kalan dikuje û komkujiyê pêktîne. Li hemberî vê yekê hemû rêxistinên mafên mirovan bêdengin, ji bo vê pêwîste em bi xwe bi xwere bibin yek û piştgiriya xwe bikin û tifaqê bêxin nav mala xwe de.”…ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*