Xayîn nikarin nûnertiya me bikin

0
11

Welatiyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk li herêma Şêrawa bi cih bûne dan zanîn ku ew kesên kurd yên xayîn ku bi dewleta tirk re tevdigerin û qaşo meclîsa ava kirine ti eleqeya wan bi kurdan re tune ye. Welatiyan got, “Hêviya me mezine ku hêzên me careke din Efrînê ji dagirker û çeteyan rizgar bikin.”

Şêniyên Kantona Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk berê xwe dan gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa diyar kirin ku kesên têkîliyên wan bi dagirkeriya Tirk re hene, tenê nûnertiya xwe dikin.
Welatiyên Kantona Efrînê yên li navçeya Şêrawa diyar kirin ew meclîsa ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin tu carî qebûl nakin.
Welatiyê bi navê Çekdar Hemo wiha got: “Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê vîna me lawaz nakin, lê hêza me ya berxwedanê zêdetir dibe. Malên me ji çeteyan re namînin. Gelê Efrînê ji bo parastina axa welatê xwe bedelên giran dan. Ji ber vê em ê li hember planên dagirkeriya Tirk û xayînên Kurd hişyar bin. Ev kes tenê nûnertiya xwe dikin, tu têkîliya me bi wan nîne.”
Welatiya bi navê Zelûx Ebdo wiha axivî: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundên Efrînê dagir kirin, ji tirsa komkujiyan ji malên xwe derketin. Mal û milkên me ji ber êrîşên dagirkeriyê hatin rûxandin. Hebûna me di nava çeteyan xetereyeke mezin li ser me ava dike.”
Welatiya bi navê Soliye Reşîd jî wiha got: “Beriya ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dest pê bikin, jiyana me bi ewle bû. Em ji malên xwe derketin, lê baweriya me heye ku dê hêzên me Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.” …ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*