Weke li Efrînê li vir jî çav girtine

0
24

Piştî ku herêma Şehba ji çeteyan hat rizgarkirin, bi derfet û îmkanên xweser dever û gundên wê hatin paqijkirin. Lê ji ber xemsariya sazî û rêxistinên navneteweyî derfetên jiyanê li Şehbayê lawaz man ku her jiyana mirovan rûbirûyî xeteriyan bû.
Di encama komploya navneteweyî ya li dîjî îradeya gelê Efrînê û êrîşên hovane yên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de, ji bo ku gelê Efrînê ji komkujiyan bê parastin, gelê Efrînê herikî deverên Şehbayê. Efrîniyan li Şehbayê ji nû ve xwe birêxistin kirin komîn, meclîs û komîteyên xwe ava kirin. Di vê kêliyê de bi sedhezaran şêniyên Efrînê li gund, navçe û bajarokên Şehbayê bi cih bûne. Ji bo ku derfetên jiyanê û pêdiviyên gel bên dabînkirin, demildest hemû sazî û dezgehên rêveberiyên xweser li Cizîr û Firatê ketin nava tevgerê.
ZÊDEYÎ 200 HAZAR
EFRÎNÎ LI ŞEHBA NE
Di derbarê alîkariya ku ji gelê Efrînê re tê pêşkêşkirin, sazî û aliyên ku vê alîkariyê didin de nûnerên komîn û komîteyên kantona Şehbayê nêrînên xwe bi rojnameya mere parve kirin.
Hesen Qenber endamê rêveberiya deboya giştî ya alîkariyan li Kantona

Şehbayê diyar kir ku ta niha zêdeyî 150 tirên alîkariyê ji Cizîr, Firat û Helebê gihane Şehbayê. Di van tiran de hemû cureyên alîkariyê (xwarin, vexwarin, nivîn, firaq, derman, amûrên paqijiyê, cil û berg, nan, kon, pêdiviyên zarokan û hwd) hene. Qenber îşaret pê kir ku hemû madeyên alîkariya digihe ber destê wan li gorî cureyan tên depokirin. Li gorî lîsteyên meclîsên navçeyan jî tên belavkirin. Derbarê gilî û gazinên gel de Qenber tekez kir ku komîteyên taybet li her deverê di nava tevgerê de ne. Ev komîte jî rêbaz û şêweyê belavkirinê dişopîne û ger gazinên gel an jî bê edaletiyek li cihekî hebe mudexele dike û pirsgirêkê di cih de çareser dike. Qenber di dawiyê de tekez kir ku saziyên navneteweyî yên têkildar heya niha ti alîkarî rê nekirine. Ji bo kampa Berxwedan û tevahî gelê li Şehbayê bi cih bûye, ango ji 200 Hezar însan zêdetir re tenê Rêveberiyên Xweser li Cizîrê, Firatê, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê, hinek saziyên xêrxwaz û ji Helebê alîkarî tê ber dest me.
GELEK GUND VEBÛN


Mustefa Şakir endamê komîteya kar û barên civakî li Kantona Şehbayê derbarê dabeşkirina îdarî li Şehbayê de got: Şehba ji 4 navçeyên Fafîn (22 gund), Ehrez (4 gund), Kefer Naye (7 komîn) û Erfadê (4 gund) pêk tê. Vê dawiyê jî hinek gundên Şêrawa weke navçe hatin birêxistinkirin. Her wiha gundên nola Babinis, Maratê, Ehdas, Mislimiyê û gelek gundên dîtir ku berê vala bûn, weke navçe tên birêxistinkirin. Şakir diyar kir ku li Şehba 40 komîn hebûn, lê piştî hatina gelê Efrînê û vekirina gelek gundan hejmara komînan 60 derbas kir. Alîkarî jî bi koordîneya bi komîn û meclîsên navçeyan re bi awayekî bi rêk û pêk tê belavkirin.
EFRÎNÎ XWE
BIRÊXISTIN DIKIN


Bêrîvan Cafer hevseroka komîna taxa Ehdas dibêje ku; ev tax ji demek dirêj ve vala ye. Tax di encama dagirkeriya çeteyan de bi ser hev de nemaye û derfetên xwe yên jiyanê ji dest daye. Ji bo ku em pêdiviyên gelê xwe li vê taxê dabîn bikin, me komîna xwe ava kir. Di her komînekê de şeş komîte hene. Komîteya dabînkirin û belavkirina nan, komîteya dabînkirin û belavkirina avê, komîteya serjimariyê, komîteya belavkirina alîkariyan, komîteya tendirustiyê ya Heyva Sor a Kurdî û komîteya parastinê.
PÊWÎSTÎ BI HINEK
MADEYAN HEYE!


Omer Mihemed endamê komîteya serjimariyê diyar kir ku tenê li taxa Ehdas 2 Hezar malbat ku bi qasî 11 Hezar mirovin hene. Mihemed destnîşan kir ku serjimarî ji bo dabînkirina pêdiviyên gel û edaletê pir girîng e.
Şukrî Îbo endamê komîteya belavkirina alîkariyê li taxa Ehdas derbarê çawanî û mekanîzmeya belavkirinê de got: Komîteya me li gorî encamên serjimariya taxê lîsteyên pêdiviyên gel ji meclîsa navçeyê re dişîne. Meclîs jî hemû lîsteyên komînên cuda cuda ji debûya giştî ya alîkariyan re dişîne û pêdiviyên gel li gorî van lîsteyan û madeyên heyî tê dabînkirin. Ji bo hêsankirin û bilezkirina belavkariyê Îbo destnîşan kir ku tax dabeşî 4 beşan bûye. Ji bo parastina madeyên alîkariyê jî li her beşekî deboyek taybet hatiye avakirin û got: Bi piranî pêdiviyên gel hatine dabînkirin, lê pêwîstiya me bi lezgînî ji nivîn, şîrê zarokan û firaqan re heye.
GELÊ KURD PIŞTGIRIYA EFRÎNÊ DIKE
Hevserokê Desteya Çandê li Kantona Efrînê Henan Sîdo ji bo şopandina kar û barên komîteyan li taxa Ehdas hatiye erkdarkirin. Sîdo diyar kir ku bi riya komînan ji nû ve gel têye birêxistinkirin û gazî û giliyên wî jî digihêjin cihên pêwîst û ev tişt anî ziman: Encax bi gelekî rêxistinkirî em bikarin jiyana xwe li vê herêma ku ti derfetên jiyînê lê tune ne heya rizgarkirina Efrînê dewam bikin. Sîdo destnîşan kir ku tenê gelê me yê herêmên Cizîr, Firat, Kurdistan û derveyî welat destek didin gelê Efrînê û got: Sazî û dezgehên têkildar çawa ku çavên xwe li ser êrîşên faşîzane yên dewleta Tirk li Efrînê girtin, îro jî li Şehbayê heman nêzîkatiyê rave dikin. Sîdo tekez kir ku ev yek jî têrê nake. Taybet di aliyê tendirustiyê de pirsgirêkên cidî hene. Ev jî ji ber xemsariya saziyên navneteweyî yên eleqedar e. Sîdo di dawiyê de bang li van saziyan kir ku bi erk û peywirên xwe yên mirovî rabin û xwedî li gelê Efrînê derkevin.

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*