Sererastkirinek Ji Têghiştinê Re Pêwîst e

0
130

Li Hesekê hêzên parastina Rojava bi ser ketin, Rêjîma Bass têk çû û agirbest hate îlankirin. Dewleta Tirk Cerablus dagir kir, Helwestên navneteweyî tevlîhev in…..Gelo li ortê çi dibe çi diqewime..!!?.
Destpêkê êrîşî Hesekê kirin, ji xwe konsepta Tirkiye Îran û Sûriyê bû û armanc ew bû ku pêşveçûna li Minbicê bidin sekinandin û ber bi Babê ve gav neyê avêtin. Bi taybet piştî avakirina Meclisa Leşkerî ya Babê, hasilî şer gur kirin û balafir bi kar anîn, xwestin ku çavên Kurdan bişkînin lê berûvajî wê yekê rêjîma Essed û pêxwasên wê perpitnadin û ji xwe ev agirbesta ku hatî ragihandin jî serkeftina Kurdan tekez kir, ji ber ku rêjîm di Hesekê de êdî sembolîk e. Ji ber ku wan dizanî ku Bab rizgar bibe dê federasyon jî bê îlankirin, ji lewre xwe sor kirin û êrîş kirin, lê wekî tê gotin ( siwar hatin peya çûn ).
Hahaaaaaaaa Hesekê çê nebû, ê?? dê ev konsepta şer raweste !!? Na bêguman, lê wê çi bike..!!?.
Bi pîlanek din a ji zû de bihnpêketî di sibeha 24 ê Tebaxê de dewleta Tirk, komêm di bin banê wê de û hevkarên piştperdê de Bajarê Cerablusê dagir kirin. Ji bîr nekin heman konsept û heman armanc e – dijminatiya kurdan û çeteyên mûxalefeta sûrî tenê ji bo rewabûna vê gavê hatin bikaranîn. Ev pêngav li Cerablusê ranewestiya, ketin gundan û deverên meclisa leşkerî ya Minbicê topbaran kirin û sivîl jî kuştin.
Erdoxan derket û rasterast got em ne tenê bi armanca şerê DAIŞ’ê ketin Cerablusê, em ê nehêlin ku Statuya Kurdan li Bakurê Sûriyê çêbibe. Hela helaaa ev çi çê dibe ma ne Amerîka alîgirê Kurdan e, ev çima li kêleka Baydin wisa dibêje û çima Baydin jî dagirkeriya wan a Cerablusê destek dike!!!??.
Bersiv êdî zelal e, Erdoxan pir xwe dibîne. Li milekî DAIŞ xwedî kir, petrola ku DAIŞ ji Rojhilata Navîn dibe di erdê Tirkiyê re derbasî derve dibe û Erdoxan vê yekê weke pelgekê bi kar tîne. Ya girîngtir êdî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tekane pirojeya federasyonê ya ku Kurd pêşengtiya wê dikin mentiqî tê xuyakirin û tenê Erdoxan dijminê wê yê sereke ye. Ji lewra dagirkirina Cerablusê gava yekem a dawiya Erdoxan e ku dê Emerîka û Rusiya dawiya wî bînin û heman çarenûsa Sedam Hisên li ser wî pêk bînin. Ji ber vê yekê metirsî li ser Cerablusê tune ye, metirsî li ser federasyonê tune ye û pêwîst e hin têghiştinên xwe em sererast bikin ji ber ku Statuya Kurdan di vê sedsalê de Rastî ye.

Egîd Şêx Ehmed

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*