ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ ŞOREŞA ŞEHÎDAN E

0
905

Şoreşa 19’ê Tîrmehê serencama berxwedana 14’ê tîrmehê û serhildana 12’ê adarê ye, her weha şoreşa 19’ê tîrmehê mîna şoreşa jinê muhra xwe li dîroka mirovahiyê da û mîna çirûska azadiyê rûnahî da gerdûnê

Dewletên dagirker roj bi roj plan û sînaryoyên xwe li ser erdnîgariya Kurdistanê didine meşandin û ev dagirkerî di 24 Tîrmeha sala 1923an de bi peymana veşartî ya di navbera Tirkiyê û Fransayê de, destpêkir û bi Lozanê re hate tekez kirin. Di wê peymanê de, careke din erdnîgariya Kurdan hate parçe kirin û pê re jî Kurdistan bû 4 parçe. Yek ji encamnameya vê siyaseta qirêj a ku mêtîngeran li ser wê lihevkirin e jî dabeşkirina Bakurê Kurdistanê di navbera Tirkiyê û mêtîngeha Fransayê de bû. Rojavayê Kurdistanê jî bû para Fransa ya ku dagirkerê Sûriyeyê bû. Vê rewşa dagirkeriya Fransayê 26 salan li Sûriyê û li Rojava dewam kir, ango ji sala 1920an ta sala 1946an domkir.cd9013905c333513f4e66207a249f9fc daxuyaniya-tevgera-civaka-demoqratik-%E2%80%AB1%E2%80%AC

SÎNEMAYA AMÛDÊ SÎNYALA NETEWPERESTIYÊ BÛ
Gelê Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya mêtîngeriya Fransayê de, yek dest, bi gelê Ereb re li hemberî zilm û dagirkeriyê li ber xwe da. Herdû gel jî bindest bûn. Ji ber vê jî di dîrokê de, ji serdema Osmaniyan bigire ta serdema Fransayê, her tim herdû gel di nava têkîliyên baş û hevbeş de bûn. Piştî derketina Fransa ji Sûriyê, li paş xwe pergaleke mêtîngeriya hemdem ava kir. Bi wê pergalê û di çarçoveya netew dewletê de siyaseta xwe ya dagirkeriyê li Sûriyê didomand. Di navbera salên 1946 û 1963an de gelek guhertinên siyasî li Sûriyê pêk hatin. Guhertina destûra bingehîn çêbû û parlamento hat avakirin. Di nava wan salan de nûnerên Kurdan jî hebûn, ewqas cihêwazî tune bû. Kurdan di asta serokomar û serokwezîr, Sûriyê birêve dibirin. Lê ji ber rewşa tevliheviya ku mêtîngeriya Fransayê li pey xwe hiştibû, û bi qewmîna şerê cîhanê yê duyemîn, gelek darbeyên li pey hev li Sûriyê rûdan. Salên 1949, 1951, 1953, 1961, 1963, 1970, salên darbeyan li Sûriyê bûn.
Bi derketina Cemal Ebdul Nasir li Misrê û Ebdul Kerîm Qasim li Îraqê, nijadperestiya Ereb jî pêş ket. Bi diruşmeyên xwe yên netewperestî, gelê Ereb jî har dikirin û kelecanên mezin diafirandin. Komkujiya Sînemaya Amûdê ya 13 Mijdara 1960 ku 283 zarokên Kurdan bi dilsarî li ber çavê malbat û xizmên wan hatin şewitandin, yek ji encamên destpêkê yên vê nijadperestiyê bû. Bi vê komkujiya ku Cemal Ebdul Nasir pêkaniye, peyamek xwedî naverokeke wisa da gelê Kurd; Ev der welatê Ereban e, mafê tu kesî nîne ku bi zimanekî din, çandeke din bijî, em Kurdan napejirînin, paşeroja we jî bi komkujiyan re rûbirû ye.DSC_0009

BÊTIRÎ 500 HEZAR KURD BÊ NASNAME KIRIN
Di sala 1963an de li Sûriyê partiya Baas bi darbeyekê hate ser desthilatdariyê. Bi Baas re, zihniyeta nasyonalîzma ku Ebdul Nasir destpêkiribû, zêdetir sîstematîkbû. Di sala 1965an de, bi rapora endamê salûxgeriya Sûriyê Mihemed Telib Hîlal re, serdemeke nû ya pişaftin û qirkirina çandî, di derbarê Kurd an de li Sûriyê destpê kir û gelê Kurd tune hate hesibandin. Kurd mecbûrî xwendina bi zimanê Erebî kirin, koçî bajarên Sûriyê kirin û kembera erbî li herêmên Kurdan pêkanîn. Piştî ku dek û dolabên wan, di demên pêş de hatin eşkere kirin, digotin; tenê 200 Hezar bê nifûs hene, lê rastiya wê ew bû ku bêtirî 500 Hezar Kurd bê nifûs hiştibûn.

KEMBERA EREBÎ, DESTPÊKA SIYASETA ESAD BÛ
Di sala 1970î de, Hafiz Esad bi darbeyekê bû desthilardar. Esad, bû serokê dewletê, serfermandarê artêşê û serokê partiya Baas. Yek ji projeyên Esad ew bû ku bendavek li ser ava Firatê ava kir, kesên ku zevî û baxçeyên wan li wê herêma ku bendav lê hatiye avakirin ji dest dane, veguhestin Kurdistanê û li Cizîrê li ser Xeta ku bi navê El Eşra, ango Xeta Dehan a ku ji Dêrikê ta Serêkaniyê dirêjdibe bi cih kirin. Erdên herî dewlemend ji Kurdan standin û dane Erebên mexdûrê projeya bendavê bûn. Çemberek di navbera Kurdan de çêkirin, têkîliya Kurdên Bakur û Rojava û Kurdên li hundir jî bi wê kemberê qut kirin. Bi vî rengî Hafiz Esad DSC06431dest bi siyaseta xwe ya desthilat kir.

TEVGERA KURD HE
GEMONIYA BAAS KÛRTIR DIKIR
Li beramberî qewimîneke wisa, tevgera Kurdî jî wê demê, di aliyê bîrdozî de şîlobûnek jiyan dikir. Hinekan di çarçoveya PDK Îraqê de terazûyên xwe ava dikirin, hinekên din jî di xeleka fesadî û xirabiya ku desthilatdariyê afirandiye de, tevdigeriyan. Ji xwe rêjîma Baas firsenda avakirina pêşengên rasteqîn di cavaka Kurdan de nedida. Êdî her kesê dixwast tevlî xebatên siyasî bibe, partiyek li gorî berjewendiyên xwe û eşîra xwe ava dikir. Ango tevgera kurd ji bo pêşerojê civak amadenekiribû, tenê di koşeya berjewendîperestiyê de nêzî partîbûnê dibûn û hîn bêtir hegemoniya zihniyeta desthilatdaran li ser gelê Kurd kûrtir dikir.

ŞOREŞA ROJAVA BERHEMÊN BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BÛ
Bi hatin û derketina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK weke tevgereke Kurdî xwedî armancên zelal û rûnakbîr, hêviyên gelê Rojava geş bûn. Destpêkirina şerê çekdarî li Bakur, taybetmendiyên kadroyên Tevgera azadiyê, pîvan û nêzîkatiyên exlaqî ji doza gelê Kurd re li her çar parçên Kurdistanê, hişt ku di Rojava de, ev tevgera şoreşger bibe xwedî cihekî taybet û li ser wî bingehî tevlîbûna xort û keçên Rojava ji nava tevgera Apocî de, roj bi roj zêde bû. Ew ruhê nû yê berxwedanê ku li ser hîmên berxwedaniya mezin a 14’ê Tîrmeha 1982an a li girtîgerha Amedê, Kemal, xeyrî, akîf û Mezlûman destpê kiribû, xwe dida rûnişkandin. Van hemûyan jî kokên xwe ji keda Rêber APO ya rêxistina civakê digirtin. Ev ruhê berxwedanê di sala 1986an de, dewleta Bass mecbûr hişt ku cejna Newrozê bi rengekî fermî qebûl bike. Ango ew fikrên neteweyî yên ku bi Cegerxwîn, Nûredîn Zaza û Celadet Bedirxan re destpê kiribû, bi rastiya PKK re gihaşt heqîqetê. Bi vî rengî jî Şoreşa vejînê li Rojava destpêkir.mes

KOMKUJIYA 12’Ê ADARÊ BI XWE RE BINGEHA YXK DANÎ
Bi komploya navneteweyî ya li ser Rêber APO, hesabên dewleta Baas jî şaş bûn. Wan texmîn dikir ku her tişt bi komployê re wê xilas bibe. Dewleta Baas li ser wan pêşbîniyên xwe yên çewt, bi dewleta Tirkiyê re kete nava lihevhatinan û siyasetên qirêj derheqê Kurdan de, bi hev re meşandin. Bi peymana Edenê re, ev lihevhatin temam bû. Bi mirina Hafîz Esad û hatina AKP ser desthilatdariyê, dewleta Sûriyê êdî weke eyaletekî Tirkiyê hate hesibandin û di navbera salên 2000 – 2011an de, hemû cureyên înkar, zilm û pişaftinê li serê Kurdên Rojava dihatin meşandin. Ew ziraviya lihevkirina herdû dewletên dagirker, di komkujiya 12’ê Adara 2004an de li bajarê Qamişlo bi rengekî pir zelal derket. Serhildana 12’ê Adarê ku di nava kêliyan de, li hemû bajarên Rojava belav bû, bi xwe re hewcedariya gelê Rojava ji rêxistinbûyînê re weke elementeke heyînê, raxiste ber çavan. Piştî aloziya Sûriyê ya ku di sala 2011an de vebirî, rastiya hewcedariya gelê ku bi sedan salin li pey mafên xwe dibeze, kirdarekî bi lez bû. Li Rojava, li ser hîmên berxwedana 14’ê Tîrmehê û serhildana 12’ê Adarê, çirûska Şoreşa 19 Tîrmehê vêket. Di vê mijarê de, hevalê Xebat Dêrik û gelek hevalên din, kedeke gelekî bi nirx û hêja dan. Ji bo gelê Rojava di riya rast de bimeşînin û ji xeteriyên ku pê re rûbirû ne xilas bikin, destpêkê de YXK (Yekîneyên Xweseriya Kurdistanê) ava kirin, ew jî bi demê re veguherî YPG û YPJ.

STASYONA KOBANÊ FIRKEKE MISOGERIYA SERKEFTINÊ BÛ
Li hember van gavên parastin û xwe birêxistinkirinê yê herî aciz bûye, dewleta Tirkiyê bû. Ji bo vê jî derhal xwest Şoreşa gelê Sûriyê û Şoreşa Kurdan vala derbixe. Hêzên radîkal, komên terorîst di bin navê îslama nerm de, bi serperştiya Îxwan El Mislimîn, daxistin holê. Çeteyên mîna DAIŞ, El Nusra û …. hwd, bi ser Rojava ve birin. Lê gelê Rojava li ser hîmên felsefeya xwe ya nûjen, tevî hemû hewldanên dewleta faşîst a Tirkiyê, di avakirina hêzên xwe yên parastinê de, bi israr berdewam kir. Di aliyê leşkerî de, ji bo Kurdan û hemû mirovahiyê, stasyona Kobanê, firkeke girîng a misogeriya serkeftinê bû. Careke din hate îsbatkirin ku; gelê Kurd dikare bi hêza xwe ya xweser, hem xwe birêve bibe û hem jî xwe ji her cureyên êrîşan biparêze. Bi vê yekê re baweriya gelên Sûriyê hêdî hêdî bi vê hêza serkeftî, tevî hemû hewldanên reşkirinê, mezin bû. Di heman demê de, bangawaziyên gel û pêkhateyên herêmê û tevlîbûna nava refên YPG û YPJ zêde bûn. Bi berxwedana Ş.Şîlan û Arînan, hemû hesabên dagirkeriya Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan li erdê ketin. Her wisa nêrîna aliyên navneteweyî ji bo YPG û YPJ hate guhertin. Hemû cîhanê dît ku çawa DAIŞ di nava 24 saetan de, bajarekî ji 2 Milyonan, nola Mûsilê, ku bi hezaran leşkerên xwe hene, girt. Lê di 15’ê Îlona 2014’an de bi dirêjahiya çar mehan kir û nekir, nekarî taxeke Kobanê bigire. Li sere bingehê ruhê fedaî, berxwedanî û welatparêziyê, sempatiya YPG û YPJ li cîhanê çêbû. Çawa ku Che Guevara bû sembola cîhanê, Arîn Mîrkan jî wisa bû. Ciwan ji her aliyê cîhanê tevlî nava refên YPG û YPJ bûn.

YPG, YPJ, QSD, HPC, XWEPARASTIN Û ASAYÎŞ, KILÎTÊN EWLEHIYÊ NE
Piştî Kongreya Dêrikê ya avakirina Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD weke tekane hêza ku dikare nûnertiya hemû Sûriyê bike, yekîtiya leşkerî ya gelek hêzên ku temsîla Sûriyê dikin û hêzên YPG û YPJ, ku di bin navê QSD de ava bûye, ew meclîs weke konseya xwe ya siyasî pejirand. Gelê Sûriyê ji ezmûna Rojava coşeke mezin girtin û hêviyên xwe di hêza QSD de dîtin ku êdî ji bo pêşerojeke azad, demokrat û wekhev, QSD misogerî ye. Piştî Şoreşa 19 Tîrmehê ku piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baas hatin rizgarkirin, Ji bo ku valahiya ewlekariyê di bajarên Rojava de were dagirtin û sazî û navendên gel bêne parastin, her wiha aştiya navxweyî û mal û milkên welatiyan ji talan û diziyê bêne parastin, pêdivî bi avakirina hêzeke ewlekariya hundirîn hebû. Hêza Asayîşê hate avakirin û demildest dest bi rêxistinkirina xwe li bajarên hatine rizgarkirin, kir. Avakirina Hêzên Asayîşê bi awayekî fermî di 24’ê Tîrmeha 2012’an de hate ragihandin. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibû û gelê Kurd rastî êrîşan tê, Desteya Parastinê ji bo parastina herêmê û li ser bingeha parastina rewa zagona erka xweparastinê derxist. Li gorî vê zagonê Hêzên Erka Xweparastinê hate avakirin û welatiyên ji hemû pêkhateyan beşdarî nava vê hêzê bûn. Li herêma Efrînê jî di destpêka 2015’an de heman zagon hate derxistin. 4564Navenda Erka XweParastinê 19 Tîrmeha sala 2014’an li Kobanê hate vekirin, lê ji ber rewşa Kobanê ya taybet, di 4ê Hezîrana 2016an de navenda xwe jinûve vekir. Di heman mijara xwe birêxistnê de, taybet piştî ku komîn hatin avakirin, komîteyên parastinê yên girêdayî van komînan, erka parastina gund û taxên xwe girtin ser milê xwe. Hemû pêkhateyên Rojava tevlî vê misyonê bûn. Bi armanca birêxistinkirina kar û xebatên van komîteyan, Hêzên Parastina Cewherî ku piştre navê xwe bû Hêzên Parastina Civakî, ava kirin.

XWESERIYA DEMOKRATÎK SERENCAMÊ ŞOREŞA 19 TÎRMEHÊ YE
Yek ji taybetiyên herî sereke ya Şoreşa 19 Tîrmehê ku çirûska wê li bajarê Kobanê vêket, xwe ne spart tu aliyên leşkerî û di bin sîwana tu kesî de tevnegeriya. Gelê Rojava bi vîna xwe ya azad, hemû aliyên jiyanê bi riya sazîbûn û rêxistinbûyînê birêve bir. Ragihandina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojavayê Kurdistanê û avakirina kantonên Rojava “Cizîr, Kobanê û Efrînê”, bingeha pêkanîna pratîkî û rastiya têgîna netewa demokratîk e. Ji aliyê civakî ve sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, avakirina civakek demokratîk, exlaqî û siyasî wekî alternatîfa sîstema dewlet netew pêşkêş dike. Tevî ku tecûrbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava nû ye jî, li gorî sîstemên din bingehek xurt di pêkanîna netewa demokratîk de bi riya serkeftinên îdarî, zagonsazî, dadgerî, ewlekarî, leşkerî û gelek serkeftinên çandî, aborî, civakî û perwerdeyî ava kir. Piştî ku herêmên Rojava ji rêjîma Baasê hatin rizgarkirin û rêveberiya hemû navendên rêveberî û xizmetguzarî radestî gel hatin kirin. Ev sîstem wekheviya etnîkî, netewî, olî û çandî ava dike. Civak di vê sîstemê de bi riya pergala rêveberiya civakê jêdera biryar û zagonan e.

GIRÊ SPÎ TEKEZIYA
BIRATIYA GELAN E
Bi rizgarkirina bajarokên Til Hemîs, Til Berak, Mebûrka, Çiyayê Kizwanan û gelek deverên din re, hemleya reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derket asta herî jor. Hin aliyên girêdayî Opozîsyona Sûriyê ya li Stenbolê û di serî de Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ku ENKS jî di nav de ye, piştgiriya xwe ji hikûmeta Tirkiyê werdigire, li dijî hêzên YPG û hêzên Hevbeş hemleyek reşkirinê di çapemeniyê de meşandin. Bi serkeftina hêzên YPG di rizgarkirina bajarê Girê Spî de, riya di navbera kantonên Cizîrê û Kobanê de hate vekirin û di heman demê de riya alîkariya bi çeteyên DAIŞ re ji aliyê Tirkiyê ve hate qut kirin. Pêkhateyên bajarê Girê Spî di 9 Tîrmeha 2015an de li hev civiyan û ragihandin ku ew amade ne Meclîsa Rûspiyên herêma Girê Spî ava bikin. Di vê civînê de nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermenan amade bûn û daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re xwendin.

ŞOREŞA 19 TÎRMEHÊ
ŞOREŞA JINÊ YE
Yekîtiya Star di sala 2005an de hate avakirin, ku di destpêka sala 2016an de bi kongeryekê navê xwe kir Kongreya Star. Ji wê demê û ta destpêkirina şoreşê, hemû kar û xebatên xwe di mercên dijwar û veşartî de dimeşandin. Di wê demê de gelek endamên Yekîtiya Star ji aliyê rêjîma Baas ve dihatin girtin. Ji ber vê yekê peywendiya bi jinan re gelekî zehmet bû. Bi saya Şoreşa 19 Tîrmehê derfet li pêşiya jinan hate vekirin û jinên Kurd xwe di hemû aliyên şoreşê de birêxistin kirin. Jinên Rojava ji bo ku di şoreşê de wekî amûr neyên bikaranîn, pêşengtiya şoreşê bi dest xwe ve anîn. Ji bo perwerdekirina jinan di hemû aliyên fikrî, siyasî, aborî û jiyanî de, gelek akademî hatin vekirin. Jinan her wiha bi riya komîn û meclîsan xwe di hemû aliyên jiyanê de birêxistin kirin û ji bo tevahî jinên cîhanê bûne mînaka têkoşîn û berxwedanê. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Star li seranserî Rojava navendên perwerde û zanista jinan vekirin.
Bi Şoreşa 19 Tîrmehê re, jinên Rojava bi hemû pêkhateyên wê, Înîsyatîfa Jinên Sûriyê ava kirin. Jinan di şoreşê de hêza xwe ya siyasî ava kirin û ji ber ku nirxên tevahî jinên cîhanê diparêzin, li tevahî cîhanê jin bûn mînaka serbilindiyê. Jinan her wiha Şoreşa Rojava bi rengê xwe yê taybet li ser riya azadiya jin û welat, xemilandin. Berxwedana jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî ku şervanên YPJ berxwedaneke efsanewî li dijî çeteyên DAIŞ dan meşandin, hemû dîwarên tirsê yên li pêşiya jinan hilweşandin. Bi saya Şoreşa 19 Tîrmehê, jinan rastiya xwe nas kirin û têgihîştin ku ew dikarin xwe di aliyên fikrî, siyasî, leşkerî û hemû aliyên jiyanê de pêş bixin. Her wiha dikarin xwe ji sîstema dewletperest û sîstema baviksalariyê jî rizgar bikin. Bêguman, hevdîtina Serokê Fransayê Franswa Holand bi Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Asye Ebdulah û nûnera YPJ Nesrîn Ebdulah li Koşka Elîzê ya paytexta Fransayê, yek ji gavên balkêş ên têkoşîna jinan di aliyê dîplomasî de bû.

PERGALA PERWERDEYÊ BI GIŞTÎ BI ZIMANÊ KURDÎ YE
Bi destpêkirina Şoreşa buhara gelan, Saziya Zimanê Kurdî dest bi vekirina dibistanên zimanê Kurdî kir. Bi Şoreşa 19 Tîrmehê re, Saziyê gavên mezin avêtin û bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî amadekirin û sîstema perwerdekirinê di dibistanên Rojava de pêkanîn. Her wiha zimanê Kurdî bi fermî derbasî hemû dibistanên Rojava kir. Meteryala ku li ser bingehê fikra netewperestî û şovenîst hatibû amadekirin, ji dibistanan derxist. Saziyê her wiha gelek akademî û peymangehên taybet ji bo amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî vekirin. Di 11 Tebaxa 2013an de yekem akademiya ziman û wêjeya Kurdî bi navê Şehîd Ferzat Kemenger li Kantona Efrînê hate vekirin. Saziya Zimanê Kurdî li Efrînê bi hevkariya Yekîtiya Mamosteyên Rojava di 28 Cotmeha 2013an de yekem peymangeha ziman û wêjeya Kurdî bi navê Şehîd Viyan Amara vekir. Hêjayî gotinê ye ku pergala perwedeya 2016an dê bi giştî bi zimanê kurdî be. Di 24 Cotmeha 2013an de Saziya Zimanê Kurdî li Qamişlo jî Akademiya Celadet Bedirxan a ziman, dîrok û wêjeya Kurdî vekir. Piştre jî li Kobanê peymangeha Şehîd Viyan Amara hate vekirin. Dîsa jî li ser asta Rojava zanîngeha Rojava li Cizîrê û zanîngeha Efrîn li Efrînê hatin vekirin. Di 24 Sibatê de Navenda Kurdî ya Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo hate vekirin û di 20 mijdarê de jî Rêveberiya Navendê biryar girt ku navê wê biguherin û bikin Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk. Her wiha li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên çand û hunerê hatin vekirin û niha wekî çavkaniyên pênasekirina çand û hunera gelên herêmê ku hemû pêkhateyên Rojava pêşve dibin.

ŞOREŞA 19 TÎRMEHÊ BI FEDERALIYA DEMOKRATÎK A ROJAVA – BAKURÊ SÛRIYÊ TACÎDAR DIBE
Şoreşa 19 Tîrmehê ya ku xwe li ser hîmên paradîgmaya azad dide rûnişkandin û felsefeya Rêber APO ya netewa demokratîk e ji bona xwe bingeh digre. Li ser vî bingehî jî gelên Rojava – Bakurê Sûriyê, gav bi gav hêviyên xwe pêk anîn. Hêviyên xwe bi erêkirina 33 hêzên siyasî, 7 netewe û 3 olan li ser Federaliya Demokratîk kirin meriyetê. Ev yek jî di civîna Damezirîner a Sîstema Fedaraliya Demokratîk a Rojava – Bakruê Sûriyê de pêk hat. Ev xebatên Federasyonê di çarçoveya baweriya gelên Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen de, weke çareyeke herî guncaw hatin kirin. Ji bo rê li ber parçekirina Sûriyê were girtin û hîmên biratiya gelan û jiyan hevbeş a pir rengî û ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û piralî, bi dilxwaziya gelên Rojava – Bakurê Sûriyê ev sîstema Federasyonê bi gelemperî hate pejirandin. Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê di 16 – 17 Adara 2016an de, di civîna ku li bajaroka Rimêlan bi beşdariya 200 nûnerên pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê hat lidarxistin de, hatibû eşkerekirin. Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD jî, di civîna xwe ya duyemîn de, projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê pejirand. Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê, ya ku komîteya amadekar pêşkêş kiribû, di 10.7.2016an de erê kir.
Di wê çarçoveyê de jî, tevî zor û zehmetiyan, şaredariyên gel jî bê navber, şaneyên civakê hêdî hêdî ava dikirin. Elektirîk, sotemenî, kanalîzasyon, rê vekirin û hemû projeyên xizmetguzariyê, bê navber ji gel re pêk tanîn. Tevî kêmbûna alavên kar û xebatê, taybet li Kobanê, û têrnekirina budceya şaredariyan, xebatên xwe bi derfetên heyî ta roja îro bi serkeftî dimeşîn e. Hemû xebatên şaredariyên Rojava bi yekemîn Konferansa Şaredariyên Bakurê Sûriyê – Rojavayê Kurdistanê, bi amadebûna 400 delegeyan, di 9.7.2016an de, tacîdar bûn. Konferansa ku bi diruşmeya (Şaredariyên Demokratîk, bingeha pêşxistina Federasyona Bakurê Sûriyê ne) hatibû lidarxistin, navê xwe ji Desteya Şaredariyan û Ekolojîk bû Desteya Şaredariyên Demokratîk, Meclîsa Şaredariyê û Meclîsa Heremî jî bûn yek.

ŞOREŞA 19 TÎRMEHÊ ŞOREŞA ŞHÎDAN E
Destkeftiyên Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di nav van 4 salên borî de ku li ser ked û xwîna zarokên vî welatî hatine bidestxistin, hemû şopdarên Rojava matmayî hiştin û li ser bingeha van destkeftiyan têkîliyên xwe yên dîplomasî bi Rojava re xurt kirin. Şoreşa 19 Tîrmehê li ser asta siyasî li cîhanê nêrîneke erênî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de çêkir. Ango şoreşa 19 Tîrmehê êdî bûye kevirkoşeya avakirina Sûriyeke Demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyan li ser esasê biratiya gelan, yekîtiya hemû pêkhateyan, netew û etnîk tê parastin. Şoreşa 19 Tîrmehê jî bi saya şehîdên xwe, dikarîbû di va temenê xwe yê ciwan de, bibe nûnerê rast ê gelê Sûriyê.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*