Li Reqayê nefes li DAIŞ’ê teng dibe

0
53

Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê bê navber didome.
Şervanên QSD’ê di nava bajêr de derbên giran li çeteyan didin û tax bi tax bajêr ji çeteyan paqij dikin. Li taxa Rewda ya Reqayê di şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 27 çete hatin kuştin.
Şerê ku hê jî li vê taxê dewam dike de cenazeyê 11 çeteyan li erdê man.Di heman demê de 8 kaleşnîkof, 3 B7, doçkayeke 12/30, 2 çekên agiravêj, 10 guleyên tankê û 3 cîhazên Hydria ketin destê şervanan.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*