Gelê Rojava û bakurê Sûriyê ji bo Ocalan û Efrînê li ser piyan e

0
51

Li rojava û bakurê Sûriyê meş û çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Bi sedan şêniyên bajarokên  Til Koçer û Çil Axa li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û azadiya wî xwestin.

Li rojava û bakurê Sûriyê meş û çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk berdewam dikin. Gelê Til Koçer û Çil Axa li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan.
Bi sedan gelê Til Koçer û Çil Axa, nûnerên saziyên sivîl bi pêşengiya TEV-DEM’ê de ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û daxwaza azadiya Ocalan meşek lidarxistin.
Kesên meşiyan posterên Ocalan, wêneyên şehîdan û alên ku nûnertiya hemû gelên herêmê dikin, rakiribûn û pankarta”Na ji zindana Îmraliyê re, erê ji azadiya Rêber APO” vekiribûn.
Meş ji ber navenda perwerdê ya aliyê rojhilat ê bajarok bi rêket û ber bi sûka navendî ya bajarok ve dewam kir. Di meşê de, gel bi siloganên êrîşên dewleta Tirk yên dijî herêmên Bakûrê Sûriyê û Kantona Efrînê şermezar kirin û azadiya Ocalan xwestin.
Li sûka navendî meş veghurî mîtîngê. Li vir Endamê TEV-DEM`ê yê Til Koçer Fîras Elî axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan û herêmên Bakurê Sûriyê û taybet li ser Efrînê, şermezar kirin.
Elî destnîşan kir ku piştî têkçûna terorê li herêmê, dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyê kir.
Her wiha Hevserokê Meclîsa Herêma Til Koçer Newaf Xedan axivî û serkeftinên hêzên ku li dijî terorê li bajarê Reqayê bi dest dixin, pîroz kir.
Xedan got: “Em ti demêkî nebûn û tunebûnê de ne. Em ji her kesî ku êrîşe me dike dibêjin em ê bi serkevin, ji ber em li ser heqîqetê ne û yek gel in”.
Ji Rêveberên Kongreya Star Semîra Remedan jî di mîtîngê de axivî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Ocalan asta têkoşînê bilind bikin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*