Gelê Efrînê yê şoreşger bi ser ket

0
40

Gelên şoreşger ew gelên ku bi hevsengiyekê karê xwe xwedî kirin û debara jiyana xwe li gel karê bingehîn ê berxwedanê didin meşandin. Di dîroka 1960 de dewleta Amerîka, dewleta Vîtnamê dagir kiribû. Li gorî hevsengiya hêzên her du dewletan, Amerîka zêdeyî deh qatan ji Vîtnam mezintir û bi hêztir e û hemû çekên giran, pêşketî û balafir li dijî gelê
Vîtnamê, gule û bombe barandin, hişk û ter şewitand û welatê Vîtnamê tar û mar kir. Lê tevî vê hovîtiyê jî bi ser neket û neçar ma ku hêza xwe ya dagirker vekşîne. Sedema serketina berxwedana gelê Vîtnamê ew bû ku hemû endamên civaka Vîtnamê bibûn şoreşger û bi hemû derfetên xwe yên heyî têdikoşiyan û di bin erdê de jiyan dikirin. Gelê Filistînê yê welatparêz ji sala 1948`an ve heta roja îro li dijî cihûyan li ber xwe dide. Di van rojên em jiyan dikin de, Kantona Efrînê û Herêma Şehbayê bi êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû ye. Armanca Erdogan ji vê liv û lebatê ew e ku rizgarkirina Reqayê ji terora DAIŞ bi paş bixe. Ji ber ku têkçûna hêza terorê li Reqayê tê wateya têkçûn û binketina Erdogan. Bi vê jî dixwaze temenê xwe yê terorî zêde bike. Ji bo dewleta Rûş jî, mirov lihevkirinekê di navbera Rûs û Tirkan de ya pişperdeyî hîs dike. Armanca û mebesta Rûsan jî ew e ku piştî rizgarkirina Reqeyê berê QSD ji ser Dêrazorê bide ser herêma Şahba û Efrînê da ku artêşa rêjîma Baas li Dêrazorê serwer bibe. Bi vê jî tirsa Erdogan ji pêşketinên QSD dê li bakur û rojavayê Sûriyê bi pêş bikevin, çêdibe. Bi van gefên êrîşê dixwaze temenê dagirkeriya xwe ya di navbera Ezaz û Cerablusê de dirêj bike û ji dest nede. Lê li hemberî vê jî, nerazîbûn û bertekên gelê Efrîn û Şahbayê bi piştgiriya gelê Kurdistanê li hundir û derveyî welêt, mîna volkanan gur dibe û germahiya şewatê dide Erdogan û dûvikên wî. Gelê Efrînê di roja meşa xwe ya dîrokî de, ya 5 Tîrmehê lidar ketî de bi hemû pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Tirkmen, bi ol û baweriyên xwe bi hejmareke ku sed hezaran derbas dike xwe weke gelê şoreşger nîşan da û bi yek dengî got: Na ji êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk re. meşa Efrînê yekbûna gel û baweriyan nîşan da, yekbûna hez û hêz jî serkeftin e. Ev encam jî dewleta Tirk dibe binketin û têkçûnê û biratiya gelan û netewa demokratîk jî dibe serkeftinê.

Fexrî HEBO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*